SerupelNûçeLi Afrîkaya Başûr qeyrana dijminatiya koçberan

Li Afrîkaya Başûr qeyrana dijminatiya koçberan

Hin komên dijberiya koçber û biyaniyan dikin dixwazin hikûmet koçber û biyaniyan ji nava welat derxe. Lewma jî 30’ê Hezîranê wekî roja dawîn a derxistinê, muhlet dabûn hikûmetê.

Li Afrîkaya Başûr tevgerên bi navê “March and March (Bimeş û Bimeş)” û “Operation Dudula (Operasyona Dudulayê)” yên dijberiya koçber û biyaniyan gur dikin, tê ragihandin, di 30’ê Hezîranê de (sibehê), li gelek deverên welat wê çalakiyên protestoyê li dar bixin. Armanca van tevgeran ev e ku koçber û biyaniyên li Afrîkaya Başûr ji welat bên derxistin. Van tevgeran di protestoyên berê de, ji bo derxistina koçber û biyaniyan, 30’ê Hezîranê wekî roja dawîn muhlet dabûn.

Lîderên van tevgeran her çiqasî dibêjin wê çalakiyên aştiyane li dar bixin, êrîşî tu kesan nekin, tu kesan nekujin û li ser navê wan talana tu kesan wê neyê kirin jî, fikarên li ser babetê her diçe mezin dibe.

Gelek dewletên din ên Afrîkayê ji ber van fikaran hewl didin ku welatiyên xwe yên li Afrîkaya Başûr biparêzin. Hin welat wekî tedbîr, welatiyên xwe ji Afrîkaya Başûr derdixînin.

Li Afrîkaya Başûr dijberiya koçber û biyaniyan ji gelek salên dirêj ve ye dewam dike. Tirs heye ku protestoyên dawîn êrîşên li koçber û biyaniyan zêde bike.

Her çiqasî deng û bandora wan zêde xuya nake jî, girseyeke African Inclusion Coalition (Koalisyona Girtina Nava Afrîkayê) li dij vê helwestê derdikevin û ji hikûmetê daxwaz dikin ku ji bo pêşîgirtina dijminatî û şîdeta li koçber û biyaniyan tedbîrên xurt ragire.

Koalisyona Girtina Nava Afrîkayê destnîşan dike ku di mijarên wekî gendelî, pergalên tendurustî û perwerdehiyê de pirgirêkên wan hene. Dibêje, tevî vê yekê, ji bo van pirsgirêkan tu kes nikare koçber û biyaniyan sûcdar bike. Çi sûcdariya li koçber û biyaniyan wê çi pirsgirêkên wan çareser neke.

Li Afrîkaya Başûr bi qasî 3 milyon koçberên ji welatên din ên Afrîkayê dijiyin. Vê hejmarê li beramberî ji sedî 5’ê nifusa welat tê. Ji ber sedemên wekî bêkarî û ewlekariyê welatiyên Afrîkaya Başûr koçber û biyaniyan sûcdar dikin û ji hikûmetê dixwazin ku van kesan ji welatê wan derxin.

A.Rahman ÇELÎK
A.Rahman ÇELÎKhttps://berwarnews.com
Piştî Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Anqereyê, di 1997’an de, di kovara Jiyana Rewşenê de dest bi kar kir. Tevî Berpirsiyariya Nivîsaran, di Lijneya Weşanê de jî cî girt û edîtoriya kovarê kir. Çelîk di dema vî karî de, kar û barên teknîkî yên kovara Pîneyê jî hilda ser xwe. Piştî Kovara Jiyana Rewşenê hat girtin, tevî çend hevalên xwe, di sala 2002’yan de Dezgeha Hunerê ya Seyr-î Meselê ava kirin. Ji sala 2004 ve, salên dirêj edîtoriya kovar û weşanên Weqfa Lêkolînên Civak û Hiqûqê kir. Çelîk di 2012'yan de yekem kovara wergerê ya bi navê "tabularasa" derxist. "tabularasa" piştî weşandina 4 hejmaran, ji ber tunebûna derfetên aboriyê hat girtin.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.