SerupelCivak123 salan bê dewlet ma: Çîroka vejîna Polonyayê

123 salan bê dewlet ma: Çîroka vejîna Polonyayê

Polonya di 1918an de piştî 123 salan ji nû ve wekî dewlet derket qada navneteweyî. Di vê vejîna polîtîk de ligel têkoşîna çekdarî û jeopolîtîka Ewrûpayê, perwerde û parastina zimanê polonî jî rolên sereke lîstin. 108 sal piştî ragihandina serwebûnê, meşa girseyî ya di roja serxwebûnê de hat lidarxistin, nakokîyên mezin ên navbera hukumetê û tevgera netewperest a polonî de derxist holê.

📌 Bi kurtî

  • Polonya di navbera 1795 û 1918an de ji nexşeya siyasî ya cîhanê winda bû, lê gelê wê ziman û nasnameya xwe parast.
  • Pilsudski modeleke federal, Roman Dmowski jî modeleke netew-dewletê ya yekreng diparast. Her du dîtin bandor li avakirina dewleta nû kirin.
  • 11ê çirîya paşîn a 2026an li Varşovayê meşeke neteweperestan hat lidarxistin. Serokwezîr Donald Tusk beşdarî vê meşê nebû û di dewsa wê de tevlî çalakîyeke alternatîf bû.

Roja 11ê çirîya paşîn a 2026an Polonya salvegera 108an a serxwebûna xwe pîroz kir. Li Varşovayê meşeke mezin a neteweperestan hat lidarxistin ku li gorî dewletê nêzîkî 250 hezar kes beşdar bûn. Lê sazîyên meşê lidarxistin dan zanîn ku hejmara beşdaran ji 500 hezarî derbastir bûye. Serokkomar Karol Nawrocki beşdarî meşê bû, lê Serokwezîr Donald Tusk li Szczecinê mîtîngeke cuda li dar xist û banga yekîtîyê kir. Ev yek nîşan da ku êdî roja ragihandina serxwebûnê jî nikare du alîyên dijber ên sîyasetê bîne cem hev. Tevlî vê jî, paşxaneya roja serxwebûnê ji nakokîyên îro mezintir e tê de dîroka miletekî ku 123 sal bê dewlet hatîye hiştin heye.

Çima 11ê çirîya paşîn?

Di 11ê çirîya paşîn a 1918an de Şerê Cîhanê yê Yekemîn bi dawî bû û her sê împaratorîyên ku Polonya parçe kiribûn lawaz bûbûn. Jozef Pilsudski, ku ji girtîgeha Magdeburgê ya Almanyayê hatibû berdan, di 10ê çirîya paşîn de gihîşt Varşovayê. Pilsudki di 11yê mehê de bû fermandarê artêşê û di 14yê mehê de desthilata welat xist bin kontrola xwe.

Tevlî vê jî, ev roj ne wekî roja yekane ya avabûna dewleta polonî tê qebûlkirin. Dîroknasan li ser vê mijarê heta niha nîqaşên berfireh kirine û hin ji van hin roj û salên cuda pêşnîyaz kirine. Lêbelê di dema rêveberîya Pilsudki de, 11ê çirîya paşîn a 1919an wekî roja serxwebûnê hat pîrozkirin û vê rojê di 1937an de bû cejna neteweyî.

Varşova bêyî şer hat rizgarkirin

Di pêvajoya serxwebûna Polonyayê de li Varşovayê nêzîkî 30 hezar leşkerên alman hebûn. Piłsudski dixwest alozîyeke nû pêk neyê û bê şer bajêr bigire. Leşkerên alman jî di bin bandora şoreşa Almanyayê de bûn û dixwestin vegerin malê. Pilsudski soz da almanan ku di berdêla çekên xwe û avahîyên stratejîk radestî polonîyan bikin, ew dikarin bi ewlehî ji bajêr derkevin. Rêxistina veşartî ya POW jî di heman rojê de fermana “Xwîn nerijînin” da endamên xwe.

Rojnivîska nivîskara navdar Maria Dąbrowska nîşan dide ku ne tenê leşkeran, sivîlan jî li kolanan çek ji leşkerên almanan distandin. Di 16ê çirîyê de Pilsudski bi telgrafekê hebûna dewleteke polonî ya serbixwe ji hukumetên tevlî şer bûbûn û ji yên bêalî re ragihand û got ku ev dewlet wê li ser bingeha demokratîk bê avakirin. Sînorên dewleta nû hîn nehatibûn diyarkirin. Lê paytext û navenda sîyasî Varşova ketibû destê polonîyan.

Parvekirina Polonyayê di 1772an de ji alîyê Katerînaya Mezin a Rûsyayê (çep), Josef II yê Awusturyayê (kesê navîn) û Frederickê Mezin ê Prûsyayê ve. Derbarê kesê li alîyê rastê agahî nehatîye dayîn. Wêne: Wikimedia Commons

123 sal, sê împaratorî, sê enîyên têkoşînê

Parçekirina Polonyayê di sê qonaxan de (1772, 1793 û 1795) pêk hat û di 1795an de Polonya bi temamî hat dagirkirin. Di 1815an de Kongreya Viyanayê vê parçebûna welêt a di navbera hêzên mezin de erê kir. Rûsya piraniya erdan û Varşovayê girt, Prûsya (paşê Almanya) deştên rojava dagir kir, Awusturya-Macaristanê jî Krakow û herêmên başûr bi dest xist. Polonya bi pozîsyona xwe ya di navbera sê împaratorîyên mezin de bi sedan salan wekî welatekî tampon hat dîtin.

Ji ber parçebûna welat, welatparêzên polonî ji ber vê yekê neçar bûn hemû di heman demê de li sê eniyan têkoşîn bimeşînin. Serhildanên çekdarî dubare bûn (1794, 1830 û serhildana 1863-1864) û her carê bi zehmetî hatin tepeserkirin.

Ji bo hin dewletên dagirker bi tenê kontrola sîyasî têrê nedikir. Rûsya ji destpêka sedsala 19an ve hewl da ku ola ortodoks ferz bike û rûsî bike zimanê rêvebirinê. Almanya jî piştî yekîtîya xwe ya sîyasî hewl da demografyaya erdên dagirkirî biguherîne û almanî di hemû saziyên fermî de ferz bike. Wateya vê ew bû ku hebûna neteweyê êdî ne tenê bi çek, bi ziman jî dihat parastin.

Jozef Pilsudski û fermandarên Rêxistina Leşkerî ya Polonyayê (POW) di 1917an de/Wikimedia Commons

Ziman: sînorê ku împaratorî nikaribûn derbas bikin

Gelo miletekî çawa dikare li hemberê înkar û asîmîlasyona sê dewletên mezin xwe li ser piyan bihêle? Bersiv di îdeolojîya tevgera rizgarîya Polonyayê de veşartî ye: tevgerê her dem têkoşîna çandî-zimanî wekî yek ji stûnên sereke qebûl kir.

Polonî ji sedsala 16an ve bûbû zimanekî wêjeyî. Bi weşandina xebatên wêjeyî û çapemenîya bi zimanê dayikê, formeke standard a zimanê polonî li her sê parçeyên dagirkirî belav bû. Ferhenga Samuel Linde (Słownik Języka Polskiego, 1807) yek ji nîşanên vê pêvajoyê ye. Perwerdeya bi polonî bi însîyatîfên herêmî hema hema li her derê hat meşandin. Li herêma di bin destê Rûsyayê de, di destpêka salên 1900î de ji sêyan yekê zarokan di dibistanên îlegal ên polonî de perwerde dibûn. Li herêma di bin kontrola Prûsyayê de, li hemberê polîtîkaya asîmîlasyonîst a Kulturkampf, tam 1000 pirtûkxaneyên polonî hatin vekirin.

Ferhenga Samuel Linde (Słownik Języka Polskiego, 1807)/Wikimedia Commons

Bajarên mezin jî wekî keleyên zimanî rola xwe pêk anîn. Varşova, Krakow û Poznan ligel giringîya xwe ya sîyasî, bûn keleyên parastina ziman. Dêra Katolîk jî, berevajî dêra dagirkerên ortodoks û protestan, bi piranî destekê da doza neteweyî û nebû amûra dewletên dagirker. Vê têkoşînê heta Şerê Cîhanê yê Duyemîn jî berdewam kir. Piştî dagirkirina Almanyaya Nazî di 1939an de, rêxistina veşartî ya mamosteyan TON nêzîkî 1,5 milyon zarok bi polonî perwerde kir. Ji ber zindîmayîna hişmendîya neteweyî ligel zimanê neteweyî li bajaran, projeyên asîmîlasyonê negihiştin armancên xwe.

Piłsudski û Dmowski: du projeyên ji bo Polonyayê

Piştî ku dewlet vejîya, pirseke nû derket pêş: dewleta nû wê dewleteke çawa be? Du dîtinên cuda, Pilsudski û Dmowski bersiva vê pirsê dan.

Jozef Pilsudski modeleke “federalîst” diparast. Wî dixwest bloka dewletên ku bi dewleta berê ya Polonya-Lîtvanyayê re têkildar bûn, bi Polonyayê re federasyonekê ava bikin û loma jî ew di mijara sînoran de nerm bû.

Roman Dmowski, rêberê Neteweperestên Demokrat, modeleke “yekkirinê” (navendîparêz) diparast: dewleteke polonî ya yekreng û li ser bingeha netewe-dewletê.

Di pêvajoya avakirina dewletê de Pilsudski wekî serokê fermandarê artêşê ma û Dmowski û Ignacy Paderewski jî Polonyayê li Konferansa Aştîyê ya Parîsê temsîl kirin. Di pratîkê de Polonyaya hat avakirin bi temamî neşibîya herdu modelên hatin pêşnîyazkirin. Federasyona bi welatên li rojhilat re nehat avakirin lê Polonya jî ne wekî dewleteke yekreng derket holê, ji ber ku di nava sînorên dewletê de hejmareke zêde kêmar hebûn.

    ANALÎZ

Pêvajoya serxwebûna Polonyayê û avakirina dewletê xwedî sê taybetîyên giring in:

Yek, hişmendîya neteweyî bê dewlet jî dijîn. Serhildanên çekdarî yên Polonyayê hema hema hemû têk çûn û hêzên mezin her carê ji bo qedera welêt di nava xwe de biryar dan. Tevî vê yekê jî neteweya polonî ji holê ranebû, ji ber ku ziman, dibistan, weşangerî û hişmendîya dîrokî-sîyasî hebûna xwe domand.  Serxwebûna sîyasî ji dest çû, lê bi israr bikaranîna ziman her dem sînorên çandî yên miletê polonî parast. Dema fersend derket, bingeha ku dewlet li ser were avakirin amade bû.

Du, serkeftina tevgerên neteweyî ne bi yek rê tê. Serxwebûna 1918an ne tenê encama şer, serhildan an dîplomasîya navneteweyî bû. Hilweşîna her sê împaratorîyan di şer de û Xala 13 a Prensîbên Wilson firsendê dan ku mafê damezrandina dewleta polonî di rojeva navneteweyî de cîyê xwe bigire. Tevgerek ku kadro û saziyên xwe biparêze, di demên fersendê de zû dikare tevbigere û bi lez mafê self-determînasyonê cî bi cî bike.

Sê, piştî serxwebûnê pirsên nû derdikevin. Nakokîya Pilsudski û Dmowski nîşan dide ku damzrandina dewletê tenê destpêk e: pirsa ka dewlet federal be an netewe-dewlet û kêmarên di nava wê de xwedî kîjan mafî bin piştî serxwebûnê jî berdewam dike. Meşa îsal a 11ê çirîya paşîn û dabeşbûna di dijberîya kûr a di navbera serokkomar û serokwezîr de nîşan dide ku li ser wateya vê rojê û nasnameya dewletê nîqaş hîn jî temam nebûn e.

Çavkanî