SerupelCivakParîs an herêm? 74%ê fransîyan dixwazin erk bên parvekirin

Parîs an herêm? 74%ê fransîyan dixwazin erk bên parvekirin

Nexşeyeke bi navê “Komara Federal a Fransayê” di rojên dawî de li torên medyaya sosyal tê belavkirin û rapirsîyeke IFOPê ku di demên dawî de hat kirin, bilindbûna daxwaza desentralîzasyon û federalîzmê nîşan dide. Gelek kes di wê bawerîyê de ne ku modela jakoben a Fransayê sebeba serhildana civakî ya dawî ye û li ser guherîna vê modelê nîqaş tên kirin.

📌 Bi kurtî

  • 74%ê fransîyan dixwazin erka biryardanê di destê herêman de be. Di 2002yan de ev rêje 46% bû (+28 xal).
  • 58% piştgirîya komareke federal dikin ku her herêm tê de di hin qadan de qanûnên xwe derxe.
  • 26ê çirîya pêşîn a 2026an de Senatoyê projeya destûrî ya otonomîya Korsîkayê bi 181 dengan li hember 134 dengan red kir.

Di van rojên dawî de li Fransayê nexşeyeke nû li ser torên civakî û di nav derdorên herêmperwer de belav dibe. Li ser nexşeyê “RÉPUBLIQUE FÉDÉRALE FRANÇAISE” hatîye nivîsandin. Fransa wekî komareke federal tê nîşandan: Bretonya (Breizh), Welatê Baskê (Euskal Herria), Katalonya (Catalunya), Korsîka (Corse), Alsas (Elsass), Savoy (Savoie), Oksîtanya (Occitanie), Provence û herêmên din wekî eyalet hatine xêzkirin.
Ev nexşe ne belgeyeke fermî ye û çavkanîya wê ya orîjînal ne diyar e. Tevlî vê jî nexşe mijareke tîne rojevê ku îro ne tenê di nava herêmparêzan de lê di anketên raya giştî û di parlamentoyê de jî tê pirsîn: Fransaya ku ji Parîsê tê birêvebirin dikare erka xwe bi herêman re par ve bike?

nexşeya federal a fransayê
Nexşeya Komara Federal a Fransayê/X

Anket çi dibêje?

Enstîtûya IFOP di navbera 25 û 30ê îlonê 2026an de ji bo federasyona herêmperwer û otonomîxwaz “Régions et Peuples Solidaires” (R&PS) rapirsîyeke mezin kir û encamên wê di 22ê çirîya pêşîn de ragihand. Li gorî IFOPê ev “anketa herî mezin e” ku heta niha li ser herêmparêzî û desentralîzasyonê li Fransayê hatîye kirin: 9.689 kes li Fransayê û 516 kes li Korsîkayê bersiva pirsên anketê dan.

  • Otonomîya herêmî:74% dixwazin ku di siberojê de erka biryardayanê di destên herêman be.Tenê 19% dixwazin Parîs biryar bide. Di 2002yan de ev rêje %46 bû.
  • Komara federal: 58% piştgirîya komareke federal dikin ku herêm tê de xwedî erka qanûndanînê ne. Li Bretonyayê ev rêje 64% e.
  • Navendîbûn:79% dibêjin Parîs û Île-de-France ji navendîbûnê sûd werdigirin; 60% dixwazin yek ji sê astên rêveberîyê (beledîye, parêzgeh, herêm) bê rakirin da ku “millefeuille administratif” (qatên îdarî) sivik bibe.
  • Korsîka:57%ê fransîyan piştgirîya otonomîyeke tam dikin  (di 2025an de 52%). Li Korsîkayê bi xwe ev rêje 77%

Desteka ji bo otonomîya herêmî destekê ji alîgirên hemê partîyan digire. Li gorî IFOPê, 82%ê hilbijêrên Marine Le Penê dixwazin herêm zêdetir bikaribin biryarên xwe bidin û 67% ji welatîyan piştgirîya federalîzmê dikin ku di nav hemû hilbijêrên partîyn de rêjeya herî bilind e. Hilbijêrên Jean-Luc Melenchon jî herî zêde piştgirîya otonomîya herêmî dikin. Li gorî heman rapirsîyê bloka navendî ya sîyasetê herî zêde bi yekîtîya dewletê ve girêdayî ye.

grafîka rapirsîya IFOBê

Korsîka: Senatoyê reformê red kir 

Li alîyekî din nîqaşa otonomîyê li Korsîkayê di demên dawî de ji gotinê derbasî qonaxa reforma destûra bingehîn bûbû. Projeya “Korsîkayeke xwedî otonomî di nav Komarê de” di çarçoveya “pêvajoya Beauvau” de ku ji 2022an ve didome, hatibû amadekirin. Parlamentoya Fransayê vê reformê di 23ê hezîrana 2026an de pejirandibû.

Lê Senatoyê di 26ê çirîya pêşîn de, piştî ku gelek guherîn li ser belgeya reformê kir, belgeya hatibê guherandun bi 181 dengan li dijî 134 dengan red kir. 25 senatoran jî xwe ji dengdanê dan alî. Nakokîyên sereke li ser cihê têgeha “civaka giravê” (communauté insulaire) a di destûra bingehîn  de û firehbûna hêza normatîf a Korsîkayê bûn. Ji ber ku guherîna destûrê bê pejirandina Senatoyê nabe, reform negihişt encamekê.

Rojek şûnde hukumetê ragihand ku Wezîra Plansazîya Axê û Desentralîzasyonê Françoise Gatel wê bi sîyasetmedarên korsîkî yên hatine hilbijartin û nûnerên her du parlamentoyan re muzakereyên nû bi rê ve bibe û li ser domandina “pêvajoya Beauvauyê” israr kir. Lê li gorî TF1 Info, rêberên otonomîxwaz ji muzakereyan vekişîyan û ev jî tê wateya dawîya muzakereyan.

Li Fransayê meseleya herêman bi tenê ji Korsîkayê pêk nayê. Di 8ê nîsana 2026an de Parşamentoya Fransayê pêşniyazeke qanûnî ya ku Alsasê ji herêma Grand Est derdixe (bi şertê referandûmeke herêmî) di gava yekem de pejirand. Deh serokên herêman hişyarî dan ku ev belge wê bibe wê bibe amûra “lobîya herêmî” ji bo daxwaza otonomî û serxwebûnê. Pêşnîyazqanûna li ser Alsasê ji bo gotûbêjê ji Senaoyê re hat şandi û eger li wir bê qebûlkirin wê Alsas ji nû ve bê avakirin.

Jakobenîzm çi ye û çima îro tê nîqaşkirin?

Modela wekî “jakoben” tê pênasekirin ji Şoreşa Fransî ya 1789an tê. Di salên şoreşê de Jakobenan, berevajî Girondenan, dewleteke navendî, yekgirtî û bi hêz diparastin; Komar di 1792an de wekî “yek û nayê parçekirin” hat ragihandin. Di havîna 1793an de, dema ku hin bajar û herêm li dijî Parîsê serî hildan, hukumeta Jakoben ev tevger bi “federalîzm”ê tawanbar kir. Ji wê demê ve peyva “federalîzm” li Fransayê gelek caran wekî xetereya parçebûna welêt hatîye qebûlkirin.

Di modela Jakoben de Parîs biryar dide û herêm biryaran bi cih tînin. Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem, bi taybetî bi qanûna Defferre ya 1982yan, desentralîzasyon hat qebûlkirin û model hinekî nerm bû. Lê rexnegir dibêjin ku desentralîzasyona heyî di gelek waran de bêtir “déconcentration” (dabeşkirina erkên dewletê) e, ne otonomîya rastîn e û erka qanûndanînê heta îro di destê hikûmeta navendî de maye.

ANALÎZ

Rapirsîya mijara gotinê bi tenê nîşan dide ku daxwaza ji bo otonomîya herêmî û federalîzm li Fransayê bilind dibe. Ev nayê vê wateyê ku wê sîyaset vê daxwazê têxe rojeva xwe û ji bo pêkanîna wê gav bavêje. Du tişt balkêş in: Yek, IFOP bi xwe dibêje ku daxwaza ji bo federalîzmê di heman demê de bêbaweriya li hember sazîyên navendî jî nîşan dide. Du, daxwaz destekê ji hemû alîgirên partîyên sîyasî dibîne. Bi tenê bloka navendî herî zêde bi yekîtîya dewletê ve girêdayî ye.

Li aliyekî din jî ji sazîyên heyî yên fransî hêvî nayê kirin ku reformeke radîkal a wekî otonomî û federalîzmê qebêl bikin. Bo nimûne, guhertina destûra bingehîn bê Senatoyê nabe. Senatoyê projeya Korsîkayê red kir û serokên herêman, wekî Carole Delga, tevî ku desentralîzasyoneke mezintir dixwazin, naxwazin Alsas ji herêma Grand Estê veqete. Pirsa ku Fransa dikare bibe komareke federal an derbasî modeleke herêmên otonom ên wekî Îspanya û Îtalyayê bibe, hîn jî bê bersiv e.

Çavkanî

•IFOP (2026): Les enjeux de régionalisme et de décentralisation à six mois de l’élection présidentielle 2027
•Breizh-info (22.10.2026): Fédéralisme, langues régionales, réunification : le sondage qui bouscule le centralisme
•Breizh-info (24.10.2026): Autonomie, fédéralisme, langues : ce que veulent vraiment les Français, région par région
•Le Peuple breton (01.11.2026): L’autonomie a le vent en poupe dans l’opinion !
•Sénat (26.10.2026): Séance du 26 octobre 2026, « Une Corse autonome au sein de la République »
PolitiqueMatin (27.10.2026): Autonomie de la Corse : après le rejet du Sénat, le gouvernement veut rouvrir les négociations