SerupelCivakLluis Companys di 1934an de Dewleta Katalan ragihand

Lluis Companys di 1934an de Dewleta Katalan ragihand

Serokê Katalonyayê Lluis Companys di 6ê çirîya pêşîn (cotmeh) 1934an de ,  "Dewleta Katalanî di nava Komara Federal a Îspanyayê de" ragihand. Pengava polîtîk katalanan piştî 10 saetan rastî mudaxeleya artêşa Îspanyayê hat û hat tepisandin. Ev bûyer îro jî wekî sembola tekoşîna ji bo serwerîyê ya Katalonyayê tê qebûlkirin.

Navbera Barselona û Madrîdê her dem bûye qada têkoşîna ji nasname, maf û serwerîyê. Di dîroka siyasî ya Katalonyayê de bûyerên bi vî rengî cî girtine. Yek ji van rojên giring bûyera 6ê çirîya pêşîn 1934an e. Di wê roja dîrokî de, serokê Generalitatê (hukumeta katalan) Lluís Companys li Barselonayê ji şaneşîna Palau de la Generalitatê û rasterast bang li gel kir. Companys bi daxuyaniyekê “Dewleta Katalan di nava Komara Federal a Îspanyayê de” ragihand. Ev jî pêvajoyeke nû ya alozîyê di têkiliyên bi Îspanyayê re vekir.

Pêngava Compayns wekî bertekeke rasterast li hember ketina partîya rastgir a CEDA di nava hukumeta navendî ya Madrîdê de derket holê. Hêzên siyasî yên katalan fikar dikirin ku hukumeta nû ya rastgir mafên xweseriyê yên Katalonyayê ku di bin sîwana Komara Duyem de hatibûn bidestxistin, ji holê rake. Companys hewl da ku bi vê hewldanê modela federalîzmê têxe rojevê û mafên xweserîyê garantî bike.

Girtin û berdana Companys

Lê belê, ev xweseriya ku hat ragihandin pir dirêj najot. Piştî nêzîkî 10 saetan bi ser ji ragihandinê re derbas bû, artêşa Îspanyayê bi fermana hukumeta Madrîdê midaxaleyê Generalitatê kir. Companys û endamên hukumeta wî hatin girtin, xweserîya Katalonyayê hat rawestandin û karesateke siyasî rû da.

Lluis Companys û endamên kabîneya wî bi 30 sal cezayê zîndanê hatin mehkûmkirin Lê belê, ev zext û zordarîya siyasî neksrîbû îradeya serwerîyê di nava civakê bikuje. Bi belavbûna nerazîbûnan re, partiyên çepgir û komarparêz di bin banê Enîya Gel (Frente Popular) de bûn. Gel di van hilbijartinên 1936an de serkeftineke mezin bi dest xist û nexşerêya siyasî ya welat guhert.

Piştî vê serkeftina dîrokî, di Adara 1936an de qanûna efûyê hat qebûlkirin. Lluis Companys ji zîndanê hat berdan û vegerîya ser erka xwe ya serokatiya Generalitatê. Li alîyekî din, hemû saziyên xweser ên katalan ji nû ve dest bi xebatê kirin.