SerupelKurdistanE-Kovara Kurdistan gihîşt 50 hejmaran: Hejmara Taybet derket

E-Kovara Kurdistan gihîşt 50 hejmaran: Hejmara Taybet derket

E-Kovara polîtîk û civakî KURDISTAN, di rêwîtiya xwe ya weşanê de gihîşt qonaxeke din û hejmara xwe ya 50yemîn ku wekî "Hejmara Taybet" hat amadekirin, weşand.

Kovara KURDISTAN ku ji aliyê Infowelat ve tê weşandin, di navbera 1-15ê Tebaxa 2026an de bi naverokeke dewlemend û xurt derket pêşberî xwînerên kurd. Kovara ku çarçoveya wê analîzên civakî, polîtîk û çandî ne, di vê hejmarê de balê dikişîne ser rêwîtiya xwe ya weşanê û mijarên bingehîn ên bi serweriyê re eleqeder.

Sernavê sereke yê vê hejmara taybet ev e: “50 Hejmar di Rêwîtiya Ziman û Xwerêvebirinê de.”

Rêwîtiya ji 2013an Heta 2026an

Cara ewil di vê hejmarê de nivîseke li ser navê edîtorê e-kovarê hatiye weşandin. Edîtorê kovarê di nivîsa xwe ya li ser çîroka e-kovarê de van gotinan dibêje:

“Çîroka Infowelat di sala 2013an de di rojeke germ a Amedê de dest pê kir. Piştî destpêka weşana malperê, derxistina berhemeke periyodîk a dîjîtal hat rojevê. Fikir bû proje û me pêşiyê Bulten wekî e-kovar weşand. Piştî demekê, Bultenê mîsyona xwe bi dawî kir; paşê kovaran bi navê Kurdistan, Rêya Serxwebûnê û Ziman dest bi weşanê kirin. Ji van berhemên dîjîtal kovara Kurdistan bi îstiqrara xwe bû mayînde û gihîşt sala 2026an.”

Di vê hejmarê de ligel nivîs û dosyeyan, peyamên nirxandin û pîrozbahiyê yên ji gelek nivîskar û rojnamevanên kurd jî hatine cih kirin.

Di naveroka Hejmara Taybet de çi heye?

  • Panorama/analîza weşanê
  • Edîtor 

  • Mijara Sereke: Qanûna çarçoveyê di parlementoyê de hat qebûlkirin

  • Analîz: Çekberdana bê statu: Dewlet meseleya kurd di nava sînorên ewlehiyê de dihêle

  • Dosye: Paradîgmaya nû ya hebûnê: Otonomî, federalîzm û parastina ziman

  • Lêkolîn: Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Ticinoyê

  • Pîrozbahî: Nirxandin û peyamên nivîskar û rojnamevanan

  • Arşîv: Bîra dîtbarî ya 50 hejmaran

Ji bo daxistina dosyaya PDFê vir bitikînin