Di roja duyemîn a Civîna Serokên NATO’yê ya li Enqereyê, Serokê Dewletên Yekbûyî Donald Trump ragihand ku hikumeta wî wê derfeta firotina balafirên şer ên F-35 ji Tirkîyeyê re binirxîne. Ev gotin wekî nîşaneke guherîna siyaseta Washingtonê ya di vê mijarê de tê dîtin. Ji lew re Tirkîye berê ji ber kirîna pergala parastina asmanî ya S-400 ya Rûsyayê ji programa F-35 hatibû derxistin. Lêbelê, heta niha biryarek fermî ya firotanê nehatiye dayîn û dibe ku Kongreya Amerîkayê jî li dijî vê gavê raweste.
Serokê Tirkîyeyê Recep Tayyip Erdoğan jî di civînê de got ku welatê wî hewl dide heta sala 2030’an bigihîje armanca NATO’yê ya veqetandina 5 ji % Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî ji bo parastinê. Wî her wiha ragihand ku ji bo projeya berevanîya hewayî û moşekan a “Steel Dome” 24 milyar dolar budceya zêde hatî veqetandin.
Trump gef li Îspanyayê xwar
Trump di daxuyaniyên xwe de Îspanyayê rexne kir û got ku ew li ser mesela zêdekirina budceya parastinê bi NATOyê re ne li hev in. Wî herwiha gefa rawestandina bazirganiya bi Îspanyayê re kir. Lê piştî civînên girtî yên serokan, Trump helwesta xwe nermtir kir û got ku di nav NATO’yê de “hezkirin û yekîtî” heye. Çavkanîyên hikumeta îspanî berîya civîna NATO yê dîyar kiribûn ku ew naxwazin dostanîya xwe bi DYAyê re xera bikin.
Meseleya Greenlandê
Trump careke din daxwaza xwe ya kontrolkirina Greenlandê dubare kir û got ku ev herêm ji bo berjewendiyên stratejîk ên Amerîkayê giring e. Lê Serokwezîra Denmarkê Mette Frederiksen bersiva xwe ya di vê mijarê de dûbare kir. Frederiksenê got ku Greenland ne yê firotanê ye û tenê gelê Greenlandê dikare li ser siberoja xwe biryar bide.
Civîna 36. a NATOyê
NATO 36. lûtkeya xwe ya serokên dewlet û hikumetan li paytext Enqere ya Tirkiyeyê li dar xist. Lûtkeya di 7ê tîrmehê de dest pê kir di 8ê tîrmehê de bi dawî bû. Tevî serokên dewlet û hikûmetên 32 welatan, nêzîkî 100 wezîrên karên derve û parastinê û nûnerên saziyên navneteweyî beşdarî lûtkeyê bûn. Li pêyî lûtkeya sala 2004an, Tirkiye dibe cara duyemîn malovaniya NATOyê dike.



