SerupelUncategorizedErdjeha li Venezuelayê: 43.000 kes hîn winda ne

Erdjeha li Venezuelayê: 43.000 kes hîn winda ne

Encamên erdhejên Venezuelayê her ku diçe girantir dibin. Herî kêm 1.943 kes mirine û 43.000 kes hîn jî winda ne. 680.000 zarok hewceyê alîkariya mirovî ne. WHO û WFP hişyarî didin ku eger alîkariyên lezgîn negihîjin welêt, xetereya belavbûna nexweşiyan û krîza mirovî wê zêde bibe.

Piştî du erdhejên mezin ên bi pileya 7.2 û 7.5 ku hefteya borî li dû hev rû dan, encam li Venezuelayê giran dibe. bîlanoya herêmê giran giran dibe. Li gorî daneyên ku ji aliyê hikumet, UNICEF û NASAyê ve hatine piştrastkirin, encamên dawî wiha ne:

  • Mirî: Herî kêm 1.943 kesan jiyana xwe ji dest dane.

  • Birîndar: Zêdetirî 10.500 kes birîndar bûne.

  • Bêmal: Nêzîkî 16.000 kes bê xanî û star mane.

  • Winda: Derdorî 43.000 kes hîn jî di bin kavilan de winda ne.

  • Zarok: Nêzîkî 680.000 zarok hewceyî alîkariya mirovî ne.

  • Avahiyên Xerabûyî: 59.000 avahî zirar dîtine an bi temamî hilweşiyane.

Demjimêrên krîtîk ên yekem (72 saet) bi dawî bûn, ji ber vê yekê leza xebatên rizgarkirinê pir kêm bûye. Tîmên navdewletî ji ber ku êdî deng ji bin kavilan nayê, neçar dimînin ku xebatên xwe rawestînin. Li aliyê din, Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) û Bernameya Xurekan a Cîhanê (WFP) hişyariyê didin ku eger alîkariyên lezgîn negihêjin, nexweşiyên wekî tayê, sorik û taya zer wê belav bibin.

Berdevkê WHO Christian Lindmeier diyar kir ku ji ber xerabûna pergalên kanalîzasyonê û nebûna derziyan, xetereya şewbê mezin dibe. Sê navendên tenduristiyê bi temamî hilweşiyane û şeşên din jî bi zehmetî kar dikin. WFP ji bo sê mehên bê, daxwaza 50 mîlyon dolarî kir da ku xwarinê bigihîne 500 hezar kesî.