SerupelAborîHem sîyaset hem ticaret: Krîpto berîka Trump dagirt

Hem sîyaset hem ticaret: Krîpto berîka Trump dagirt

Trump di sala 2025an de zêdetirî 1.4 milyar dolar dahat bi dest xist. Beşa herî mezin a vê qezencê ji pereyên dîjîtal krîptoyê hatîye. Ev jî nîşan dide ku sektora krîptoyê di bin polîtîkayên rêveberiya Trump bixwe de geş bûye.

Serokê DYAyê Donald Trump, dahata xwe ya 2025 weşand. Li gorî raporên Fermî yên Etîka Hikumetê, dahata Trump di salekê de 1.4 milyar dolar derbas kir. Çavkaniya herî mezin a vê dewlemendiyê ne milk û avahî, lêbelê bazara pereyên krîpto ne.

Dahata ku Serokê DYA’yê ragihandiye, nîşan dide ku sektora dîjîtal bi temamî şûna aboriya wî ya klasîk girtîye. Çavkaniyên sereke yên vê dahatê wiha ne:

Platforma World Liberty Financial: Trump û kurên wî bi rêya vê platforma krîptoyê 800 milyon dolar qezenc kirin.

Meme Coin ($TRUMP): Ji firotin û lîsansên pereyên krîpto yên bi navê Trump, 635 milyon dolar dahat hat bi dest xistin.

Karsaziyên Klasîk û Otêl: Dahata ji golf û havîngehan 500 milyon dolar derbas kir.

Dozên bi şîrketan re: Ji dozên bi şîrketên medyayê re 80 milyon dolar hat wergirtin.

Projeyên Navneteweyî: Ji lîsansa navê Trump a li derveyî welat 52 milyon dolar hat qezenckirin.

Tê gotin ku ji dema ku Trump di sala 2025an de vegeriyaye Qesra Spî, malbata wî bi giştî herî kêm 2.3 milyar dolar ji projeyên krîptoyê qezenc kirîye. Di bin rêveberiya Trump de, ji bo pereyên krîpto qanûnên hêsantir hatin derxistin û kontrolên dewletê hatin kêmkirin.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.