Li gorî Qesra Spî ragihand Serokê Amerîkayê Donald Trump ji bo mijara Îranê wê biçe serdana Çînê.
Beriya serdana ku wê di navbera 13 û 15’yê Gulanê de pêk were, Donald Trump dest bi amadekariyan kir.
Vê serdana dîrokî ya ku wê bi serokê Çînê Xi Jinping re hevdîtinê pêk bîne, wekî ezmûna li pêşiya Donald Trump tê ravekirin.
Ji serê deh salan e lîderekî Amerîkayê serdana Çînê nekiriye. Donald Trump û Xi Jinping di Cotmeha 2025’an de li bajarê Busan ê Koreya Başûr hatibûn gel hev. Di vê hevdîtinê de li hev kirin ku bilindkirina baca gumrigê ya demekê qayiş bi hev re dikişandin, bidin sekinandin.
Di vê hevdîtinê de tê gotin ku Amerîka daxwaz dike li ser mijarên wekî elementên kêm tên dîtin ên axê, kontrolên îxracatê yên ku Çînê daye sekinandin, balafir, çandinî û enerjiyê hin peymanan îmze bikin.
Dema hevdîtinan mijara çekên nukleer û mijara Taywanê jî wê bên rojevê.

