SerupelKurdistanKurd di asta rekorê de perwerdeya bi kurdî dixwazin

Kurd di asta rekorê de perwerdeya bi kurdî dixwazin

SAMER lêkolîna xwe ya li ser zimanên dayikê eşkere kir. Lêkolîn derxist holê, piranîya beşdarên li bakur ji bo pirsa "Gelo hûn dixwazin zarokên we bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdeyê bibînin?" bersiva "Erê" dan e.

Navenda Lêkolînên Siyasî û Civakî li Tirkiyeyê lêkolîneke berfireh li ser asta bikaranîna zimanên dayîkê yên ji bilî tirkî kir.

Rapor piştî hevpeyvînên  ku di navbera 4-10ê Sibata 2026an de hat kirin, hatiye amadekirin.

Rapora SAMERê ji xwe re li ser bingeha herêmên îdarî yên Tirkiyeyê hatîye amadekirin.

Kesên rapirsî bi wan re hatîye kirin li van herêmên îdarî yên Tirkîyeyê dijîn: Ji sedî 45 li Herêma Başûrêrojhilatê Anatolyayê (parçeyeke bakurê Kurdistanê), ji sedî 20,5 li Herêma Rojhilatê Anatolyayê (parçeyeke bakurê Kurdistanê, ji sedî 16,8 li Herêma Marmarayê, ji sedî 7,1 li Herêma Egeyê, ji sedî 6,8 li Herêma Deryaya Spî, ji sedî 3,2 li Herêma Anatolyaya Navîn û ji sedî 0,6 jî li Herêma Deryaya Reş dijîn.

Piraniya beşdaran lêkolînê yên li bakurê Kurdistanê dijîn zimanê wan ê dayikê kurmancî û zazajî ye. Li gorî vê, ji sedî 82,8ê beşdaran bi Kurmancî û yê ji sedî 9,4an jî bi Zazakî diaxivin.

Tirkî zimanê kolanê ye

Daneyên lêkolînê nîşan didin ku qada bikaranîna zimanê dayîkê her ku diçe di nav malê de kêm dibe.

Zimanê ku herî zêde li nav malê tê axaftin bi rêjeya ji sedî 49,5an kurmancî ye. Tirkî bi rêjeya ji sedî 38,1ê li malê tê axaftin. Digel ku bikaranîna zimanê dayîkê di dan û standina bi mezinên malbatê re (dayîk, bav û kesên ji 65 salî mezintir) bilind e jî, di jiyana civakî de ev rewş berevajî dibe.

Zimanê ku di jiyana civakî de herî zêde tê axaftin bi rêjeya ji sedî 60,1ê tirkî ye. Bi taybetî tirkî ji aliyê ji sedî 79,2yê jinan ve di jiyana civakî de tê bikaranîn. Di nav ciwan de (18-24 salî) rêjeya axaftina yirkî ya li kolanan ku nêzîkî ji sedî 70yî ye.

Digel ku şiyanên têgihiştin û axaftinê yên beşdaran di asta bilind de ne, lawaziya di warê xwendin û nivîsandinê de balê dikişîne.

Bi taybetî di şiyana nivîsandinê de ji sedî 36,6ê beşdaran bersiva “qet” dan e. Beşdarên ku zimanê xwe yê dayîkê kêm dizanin an nikarin biaxivin, sedema herî mezin a vê rewşê “nebûna dibistan û çavkaniyeke ku ew karibin jê fêr bibin” nîşan dan.

Kîjan ziman bi zarokan re te tê axaftin?

Yek ji beşên herî balkêş ên raporê, qutbûna di veguhastina ziman a di navbera nifşan de ye. Ji sedî 42,9ê beşdarên ku li mala wan zarok hene, diyar kirine ku ew bi zimanê dayîkê bi zarokên xwe re naaxivin.

Di nav zarokên 0-5 salî de, rêjeya qet neaxaftina zimanê dayîkê bi ji sedî 24,4an gihişte asta herî bilind.

Dê û bav dane zanîn, ji ber “axaftina domdar a tirkî ya derdorê” (ji sedî 47,2) ew bi kurdî bi zarokên xwe re naaxivin.

Ji sedî 98,7 civakê perwerdeya bi zimanê dayikê dixwazin

Tevlî vekişîna kurdî ji jîyana civakî jî,  daxwaza ji bo perwerdeya bi zimanê dayîkê di asta rekorê de ye.

Ji sedî 98 beşdaran ji bo pirsa “Gelo hûn dixwazin zarokên we bi zimanê xwe yê dayîkê perwerdeyê bibînin?” bersiva “Erê” dan e.

Ji sedî 82,1ê beşdaran dersên hilbijartî yên “Ziman û Zaravayên Zindî” yên ku di dibistanên dewletê de tên dayîn “gelekî kêm” dibînin.

Piraniya beşdaran dîyar kirine, divê perwerde ji pêşdibistanê astên bilind dest pê bike û di hemû astan de bi zimanê dayîkê be.

Malbat nikarin ziman biparêzin

Ji sedî 56,9 beşdaran, xeteraya herî mezin a li pêşiya domandina hebûna zimanê dayîkê “nebûna perwerdeya bi zimanê dayîkê” qebûl dikin.

Beşdarên rapirsîyê ji bo çareserkirina vê rewşê van pêşnîyazan kirine:  “Bûna zimanê perwerdeyê”, “bidestxistina ewlehiya yasayî/destûrî” û “qebûlkirina kurdî wekî zimanê fermî” hatin rêzkirin.

Cudaxwazîya di meseleya ziman de pêk tê yek ji encamê din ên vê lêkolînê ye. Ji 60,4ê beşdaran dîyar kirine ku ew herî zêde li sazîyên dewlet û ji sedî 44,7 jî di medyaya civakî de rastî cudakarîya ziman hatine.

SAMER di beşa encaman a vê rapora xwe de digijîje wê encamê ku ziman bi tenê bi hewldanên di nava malbatê de nayê parastin. SAMER ji bo parastina ziman îşaret bi pêwîstiya sazûmanî û hiqûqî kirîye.