Şîroveyên genetîk ên demên dawîn ên bi awayê akademîk û gelemperî tên kirin, baldariya li ser koka dîrokî a kûr a gelê Kurd vejiyand. Lêkolînerên xwe disipêrin xebatên DNA’ya kevnar a ji Çiyayên Zagrosê û deverên der dora wê hatine girtin idia dikin ku nifûsa Kurdên heyî yek ji nîjadên herî domdar ên Rojhilata Nêz e û îhtimaleke mezin vê dîrokî dirêjî heta civakên berê yên çandiniyê dibe.
Li gorî materyalên di kanala Hidden DNA Origins a Youtube de tên pêşkêşkirin, mîrasa genetîk a Kurdan nîşan didin ku têkîliyên xurt bi nifûsa kevnar a nêzî 10.000 sal berê li Çiyayên Zagrosê jiyane heye. Van civakên berê civakên ewil ên çandinî dikirin bûn, heywanên wekî bizinan kedî dikirin û bi vî awayî li Xeleka Berhemdar pêşengiya ciyûwarbûna mirovatiyê kirine.
Profîla genetîk a zelal
Hin xebatên di vîdyoyê de tên nîşandayîn îdia dike ku nifûsa Kurdan îhtimaleke mezin binyada genetîk a ku digihîje koka qedîm Rojhilata Nêz diparêze. Texmînên di vîdyoyê de wekî referans tên girtin dibêje di navbera ji %75 û %80’yê koka genetîk a Kurdan beriya koçên mezin ên dîrokî li vê herêmê bûn.
Yek ji işaretên herî zêde behsa wê tê kirin haplogrûb[1] J2 ya bi xeta koka baviksalarî ya civakên berê yên çandiniyê yên li berwarê Çiyayên Zagrosê tê girêdan e. Mînakên DNA’ya kevnar ên qadên arkeolojîk ên wekî ji Ganj Darehên rojavayê Îranê hatine girtin dişibin genetîka nifûsa modern a Kurdan, vê yekê jî berdewamiya biyolojîk a demdirêj a li heman qada cografîk nîşan dide.
Lêkolînerên di vîdyoyê de wekî referans tên dayîn dibêjin vê berdewamiyê nifûsa Kurdan ji komên herêmê yên wekî Faris, Tirk û Ereban, ên ku ji Asyaya Navîn an jî Nîvgirava Ereb hatine û paşê bi koçên dawîn bandora mezin pêk anîne, cihê dike.

Guherîna ziman a li derveyî cîguherîna nifûsê
Nuqteya herî girîng a di vîdyoyê de tê nîşandayîn bêahengiya diyar a genetîka Kurdan û koka ziman a Kurdî. Kurdî ayidê zimanê Îndo-Îranî yê 4.000 sal berê bi koçberiyên beyarên Ewrasyayê têkîldar tê hesibandin. Bes, di vîdyoyê de îdia ev e ku nîşanên genetîk ên bi van nifûsan vê tên girêdan, di nava Kurdan de, dema diber ber nifûsên bi Îndo-Îranî diaxivin, gelekî kêm tê dîtin.
Vê yekê jî baweriyê dide lêkolîneran ku dibêjin pêşiyên Kurdan li şûna veguherîna berfireh a nifûsê, bi rêya bandora çandinî, zimanê Îndo-Îranî pejirandine. Di vê şîroveyê de tê gotin, veguherîna ziman berdewamiya genetîk a nifûsa li herêma Zagrosê bi cî bûye ji binî ve neguherandiye.
Têkîliyên bi şaristaniyên pêşe-Îndo-Ewrûpî re
Vîdyo di heman katê de xebatên ku DNA’ya Kurdan dide ber materyalên genetîk ên bi nifûsên kevnar ên wekî nêçîrvan-berhevkarên Kafkas û cotkarên Rojhilata Nêz ve tên girêdan wekî referans nîşan dide. Hin şîrove dibêjin, Hûriyên ku di navbera Serdema Bronzê de li bakurê Mezopotamyayê û zozanên Ermeniyan niştewar bûn jî di nav de, pêkan e ku bi şaristaniyên pêşe-Îndo-Ewrûpî re têkîlî hebin.
Van vedîtinan argumanên vîdyoyê yên dibêjin pêşiyên Kurdan pêkan e ku li tebeqeyên Rojavayê Asyayê hin taybetmendiyên herî kevin ên berdawamkirina nifûsê parastibin, xurt dike.
Gelê Kurd ê li Tirkiye, Iraq, Îran û Sûriyê xwedî nifûseke li dora 30-38 milyonan e, li herêmê yek ji komên etnîk a herî mezin e, bes hîna jî dewleteke wan a serbixwe tuneye. Nîqaşên li ser berdewamiya genetîk tên kirin piranî li tevî nîqaşên mîrasa xwecihî, parastina çandî û naskirina siyasî ve tên kirin.
Tevî ku genetîk tena serî nikare nasnameyê zelal bike, lêkolîna di vîdyoyê de behsa wê tê kirin tevkariya nîqaşên akademîk û gelemperî yên li ser kokên dîrokî yên kûr ên civakên Kurdan ên bi hezarên salan e li nav çiyayan ciyûwar bûne dike.
[1] Haplogrûb: Komên koka baviksalarî yên ji heman bavikî yan jî heman mutasyonên genetîk tên.

