Li gorî daneyên nû yên xwe disipêrin Navenda Îstatîstîkê ya Îranê, herêmên li rojavayê Îranê, bi taybetî jî herêmên Rojhilat (Parçeyê Kurdistanê, yê di nava sînorê Îranê de tê nîşandayîn), li dijwariyên aborî yên radeyên herî bilind rû bi rû ne.
Li gorî hejmarên di grafîkeke Îranê ya ji bo eyaletan par ve kiriye de “Îndeksa sefaletê” nîşan dide ku Eyaleta Kurdistanê bi rêjeya ji %77 di serê lîsteyê de cî digire. Kirmanşa bi rêjeya ji %75 di rêza duyem û Loristan bi rêjeya ji %74.4 di rêza sêyem de cî digirin. Ilam jî di nava eyaletên ku herî zêde dijwariyên aboriyê dikişînin de cî digire.
Îndeksa tengayiyê ya dijwariyên aboriyê yên ku welatî dikişînin bi gelemperî bi rêjeyên înflasyon û bêkariyê tên pîvandin.
Grafîk di heman katê de nîşan dide ku îndeksa sefaletê ya netewî ya Îranê bilindî rêjeye ji %61.3 bûye; vê yekê jî şert û mercên jiyanê yên ji ber sedemên înflasyona her bilind dibe, hêza kirînê ya kêm dibe û derfetên îstihdamê yên tune her diçe xerab dibe nîşan dide.
Her çiqasî hejmarên misoger ên li ser bajaran nikarin bên piştraskirin jî, gelek xebat û sazkirinên daneyan ên xwe disipêrin îstatîstîkên Îranê yên fermî, her daîm nîşan didin ku bajarên li rojava di warê aboriyê, di nava herêmên herî hesas de cî digirin. Lêkolînên ji aliyê Navenda Daneya Vekirî ya Îranê û analîstên din ve hatiye belavakirin, gelek caran gotine ku li Kurdistan, Kirmanşa, Loristan û bajarên cîranên wan bêkariya mezi û newekheviya binyasî ya demdirêj heye.

Aborîzan dibêjin ji ber tedbîrên bi salan e tên ragirtin, nirxwendakiriya perayê welat, razemeniyên qels û halxweşiya herêmê ya bêîstikrar rewş her diçe xerabtir dibe. Bajarên ser sînor ên nifûsa wan bi girseyî Kurd in ji demeke dirêj e giliyan dikin ku bi awayê siyasî nayên hesibandin û li herêmê binesaziya sanayiyê qels e.
Di salên dawîn de, bihayên xurek, stargeh, sotemenî û alavên pêdiviyên bingehîn ên giran, li seranserê Îranê hêza kirînê gelekî kêm kiriye. Daneyên bêkariyê yên fermî tevî ku nîqaşbar in, parêzvanên mafên karkeran û lêkolîner destnîşan dikin ku îstihdama kêm û xebata bê qeyd ji îstatîstîkên ku hikûmet nîşan dide bi gelekî zêdetir in.
Rewşa aborî ya xerab bûye, li gelek bajarên rojava yên ku rêjeya xizanbûnê û koçberiya derve ya di deh salên dawîn de gelekî zêde bûye, her diçe zêdetirê xeyalan dişikîne.


