SerupelCivakYE peymana deportkirina penaxwazan qebûl kir

YE peymana deportkirina penaxwazan qebûl kir

Yekititîya Ewrûpayê peynaneke nîqaşbar a di derbarê penaxwazîyê de qebûl kir. Xalên vê peymanê destûr dide ku kesên ku daxwaza wan a penaberîyê hatine redkirin li navendên li welatên sêyemîn bên bicîkirin.

Konsey û Parlamentoya Ewrûpayê ji bo bicîkirina penaxwazan li welatên derveyî sînorên yekitîyê, li hev kirin. Peymana YEyê ku di 1ê hezîranê de hat qebûlkirin, peymana herî nîqaşbar a salên dawîyê ye. Peyman dema ji alîyê endamên YEyê ve û parlamentoya yekitîyê ve bê erêkirin wê têkeve merîyetê.

Xalên vê peymanê destûr dide ku kesên ku daxwaza wan a penaberîyê hatine redkirin li navendên li welatên sêyemîn bên bicîkirin. Ev yek dema ku welatên penaxwazan ew qebûl nekin wê bê kirin.

Detayên peymanê

Hin detayên din derbarê polîtîkaya dawî û peymanê de wiha ne:

  • Kesên serîlêdana wan a penaxwazîyê hatibe redkirin wê bikaribin ji Yekitîya Ewrûpayê bên vederkirin.
  • Navendên ku wê penaxwaz transferê wan bên kirin hin nedîyar in.
  • Penaxwaz an koçber di dema prosesa vederkirinê (deportkirin) de divê otorîteyên penaberîyê re hevkarîyê bike.
  • Eger penaxwaz hevkarîyê neke wê bikaribe bê girtin, alîkarîya ji sosyalê digire bê qutkirin û belgeyên seyehetê ji wî/wê bê girtin.
  • Dema girtinê dikare heta 24 mehan dom bike û ev dem dikare 6 mehên din bê dirêjkirin.

Çima peyman hat qebûlkirin?

Welatên wekî Almanya Awusturya, Denmark, Holand û Îtalya bi rengekî aktîf destekê didin peymana dawî. Îtalya berî niha ji bo vederkirina penaxwazan bi Albanyayê re peymanekê îmze kiribû û li vî welatî du navendên penaxwazan ava kiribû.

Peymana dawî ya YEyê rastî rexneyên tund ên rêxistinên mafên mirovan û qismeke mixalefetê tê. Vê derdorê dîyar dike, dikare bibe sebeba operasyonên polîsan ên ji bo vederkirrina penaxwazan. Herwiha tê ragihandin, penaxwaz dikarin li welatên sêyemîn ku performansa wan a demokratîk kêm e, rastî rîskên mezin werin.

Hêjayî gotinê ye, endamên YEyê heta niha dikaribûn ji % 30yê biryarên vederkirina penaxwazan cî bi cî bikin. Ev rewş ji alîyê mixalefeta rastgir û rasta radîkal ve ji bo xurtkirina bingeha xwe ya polîtîk dihat bikaranîn. Hikumetên li ser kar ji bo pêşîgirtina rasta radîkal di demên dawî de gav bi gav hiqûqa penaberîyê girantir dikirin.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.