Neteweyên Yekbûyî (YE) derbarê bilindbûna rîska El Nîno de hişyarî da. Rêxistina Meteorolojîyê ya Cîhanê (RMC) ragihand ku îsal di navbera tîrmeh û tebaxê de ji % 80 îhtimala pêkhatina El Nînoyê heye. Bi gotineke din, di vê demê de wê germahî pir zêde bilind bibe û ev ê jî bibe sebeba karesatên xwezayî.
Daxuyanîya rêxistinê ya derbarê mijarê de li navenda wê ya li Cenevê ya li Swîsreyê hat dayîn. Rêxistinê ji welatan daxwaz kir ku ji bo karesatên avhewayê vê havînê amade bin.
Wilfran Moufouma Okiayê ku di RMCyê de berpirsa texmîna hewayê ye di daxuyanîyê de wiha axivî:
“Pênasekirina El Nînoyê, dixwaze bila bihêz an di hêza normal de be qet ne giring e. Ji ber ku kengî pêk were, girêdayî demê, û lawazbûna welêt El Nîno encaman bi xwe re tîne û ya herî giring jî ev e.”

Çi ye El Nino?
El Nino fenomeneke avhewayê ye ku dema ava li herêma Ekwadorê ya li Okyanûsa Pasîfîkê ji herdem zêdetir germ dibe, pêk tê. El Nîno dema pêk tê, bandorê li avhewaya cîhanê dike, rêya bayên sereke û diguherîne û pergala normal a baranê xera dike.
Ji ber guherîna rêya bayê, ava germ ber bi Amerîkaya Başûr diherike. El Nino li herdu parzemînên Amerîkayê dibe sebeba barana zêdeû lehîyê, li Asya û Awustralyayê jî bi bandora wê hişkesalî çêdibe û şewatên mezin pêk tên.



