Serokwezîra Denmarkê Mette Frederiksen ji bo damezrandina hikumetê bi partîyên di parlamentoyê re li hev kir. Peyman, dawî li nezelalîya polîtîk anî ku ji meha adarê û vir ve berdewam dike. Frederiksen wê careke din hikumeteke koalîsyonê damezrîne û ji bo cara sêyemîn were ser kar.
Serokwezîra Denmarkê piştî hevdîtina xwe ya bi Kral Frederîk re, derbarê koalîsyona nû de agahî da. Koalîsyon wê di bin pêşengîya Partîya Sosyal Demokrat a Frederîksenê de bê damezrandin. Çepa Kesk, Lîberalên Sosyal û partîya Moderati wê bibin endamê koalîsyonê.
Hilbijartinên giştî yê Denmarkê di 24ê adarê de hatibûn lidarxistin û herdu blokên mezin -çep û rast- bi qasî ki bikaribin hikumetê ava bikin kursî bi dest nexistibûn. Tevî ku Partîya Sosyal Demokrat bûbû yekemîn jî, encax dikaribû 38 kursîyan bi dest bixe. Ev jî ji sala 1903an û vir ve ji bo vê partîyê dibe encama herî xerab.
Koalîsyona nû wê ji 179 kursîyên parlamentoyê 82an kontrol bike. Bi gotineke din, ji ber ku hejmara wekîlên wê nagihîje 90î, wê hikumeteke kêmar bê damezrandin. Hêjayî gotinê ye, hikumetên kêmar rastîyeke polîtîk a Denmarkê ye û di dema dengdanên di parlamentoyê de ji hin partîyên din destekê digirin.
Encameke din a hilbijartinê zêdebûna dengên rasta radîkal e. Partîya Gel a Denmarkê (DF) dengên xwe sê qat zêde kirin û dihîşt ji % 9ê dengan.
Kî ye Mette Frederiksen?

Mette Frederiksen sîyasetmedareke denmarkî ya 48 salî ye ku ji sala 2019an û vir ve serokwezîrtîya welat dike. Ew piranî wekî kesayetekî pragmatîk û xwedî helwestên civakî tê naskirin û dixwaze modela halxweşîyê ya Denmarkê bidomîne. Frederiksenê di demên dawî de di meseleya penaberîyê de wekî gelek lîderên ewrûpî xeteke hişk pejirand û ev yek bû sebeba nîqaşan di navbera alîgir û rexnegirên wê de.
Frederiksen di heman demê de di meseeya Greenlandê de jî gelek caran ket rojeva cîhanê. Wê di vê meseleyê de li hemberê gefên Trump ên ji bo Greenlandê ji pozîsyona xwe paş ve gav navêt û serwerîya Denmarkê ya li ser vê giravê parast.



