SerupelCivakBaşûrê Tîrolê: Hewldana guherandina sînorên hilbijartinê

Başûrê Tîrolê: Hewldana guherandina sînorên hilbijartinê

Li herêma xweser a Tîrola Başûr, hewldanên dewleta navendî yên ji bo guherandina sînorên herêma hilbijartinê ya Bolzano-Unterlandê bû sebeba nîqaşan. Mixalefeta herêmî diyar dike ku guherandina sînorên dengdanê wê zirarê bide hevsengiya etnîkî û temsîliyeta xweseriyê.

📌
Gerrymandering û Destwerdana Navendî

Guherandina sînorên herêma hilbijartinê ya Bolzano-Unterland di lîteratûra serweriyê de wekî destwerdaneke qanûnî tê dîtin ku rasterast hevsengiya etnîkî-siyasî ya herêmê hildiweşîne. Ev gav nîşan dide ku dewletên navendî çawa dixwazin bi rêya sîstema hilbijartinê erk û statuya xweseriyê lawaz bikin.

Li herêma xweser a Tîrola Başûr (Südtirol) ku li bakurê Îtalyayê ye, nîqaşên li ser sînorên herêmên hilbijartinê û bandora wan a li ser modela xweseriyê gihiştin asteke krîtîk. Parlamentoya herêmî  pêşnûmeya ku daxwaz dikir sînorên heyî yên herêma hilbijartinê ya Bolzano-Unterland bên parastin û rê li ber destwerdana navendî bê girtin, bi piranîya dengan red kir.

Mijara nîqaşa dawî li ser pêşnîyaza parlamentereke îtalyan hatibû rojevê.  Alessandro Urzì pêşnîyaz kiribû ku sînorên herêma hilbijartinê ya Senatoyê ya li Bolzano-Unterlandê ji nû ve bên xêzkirin.

Gerrymandering û xweserî

Di lîteratûra siyasî û hiqûqa serweriyê de, jinûvexêzkirina sînorên hilbijartinê yên bi mebesta guherandina rêjeya hilbijêran re Gerrymandering tê gotin. Li gorî çavdêrên siyasî yên herêmê, armanca sereke ya vê guherînê ew e ku bajarên mîna Bolzano (Bozen), Laives, Vadena û Bronzolo di nav xelekek taybet de bên komkirin. Bi vî awayî, piranîyeke çêkirî di berjewendiya partiyên rastgir ên dewleta navendî ya Îtalyayê de pêk tê û giraniya dengên xweserîparêzan tê lawazkirin.

Heta niha di pergala hilbijartinê de merc ji bo namzedan hatibûn danîn ku li vê herêmê piştgiriya statuya xweseriyê bikin da ku ji aliyê şêniyên almanîaxêv û îtalyanîaxêv ve bên hilbijartin. Lê bi vê gavê re, ew hevsengiya ku mafên kêmaran diparast tê guherandin.

Bêdengiya SVPê

Hemû aliyên opozîsyonê yên di parlamena herêmî de piştgirî dan pêşnûmeya parastina sînorên heyî lê Partiya Gel a Tîrola Başûr (SVP) ku desthilatdariya herêmî di destê wê de ye, li dijî pêşnûmeyê deng da û rê li ber pejirandina wê girt. Bêdengiya rêveberiya herêmî û serokê parêzgeha Tîrola Başûr Arno Kompatscher di nava derdorên xweserîparêz de wekî “pêşvebirina destwerdanên navendî” hat şîrovekirin.

Opozîsyona herêmî destnîşan dike ku heke li ser vê êrîşa li hemberê sînorên hilbijartinê neyê sekinandin, divê tifaqa siyasî ya bi partiyên rastgir ên Îtalyayê re bê bidawîkirin.

Statu û hevsengîya herêm-navendê

Statuya taybet a Tîrola Başûr encama pêvajoyeke dîrokî û hiqûqî ye ku piştî tevlîkirina herêmê ya ji aliyê Îtalyayê ve di Şerê Cîhanê ê Yekem de dest pê kir. Ji bo parastina nasnameya etnîkî ya herêmê ku piranîya wê bi almanî diaxive, bi Peymana Parîsê ya Gruber-De Gasperi (1946) û Statûya Xweseriyê ya Duyem (1972) pergaleke taybet hat avakirin. Ev modela hiqûqî garantî dike ku komên civakî yên almanî, îtalyanî û ladînî diaxivin, di rêveberiya herêmê, saziyên giştî û dabeşkirina çavkaniyan de xwedî mafên wekhev û temsîliyeta adil bin.

Tevî ku di çarçoveya reformên paşîn ên hikûmeta navendî ya Îtalyayê de gelek desthilat û derfetên nû ji bo herêmê hatibûn pejirandin jî, destwerdanên mîna jinûvexêzkirina sînorên hilbijartinê nîşan didin ku alozî û hevsengiya di navbera serweriya herêmî û siyaseta navendî de hîn jî berdewam dike.