📌 DÎROK Û BÎRANÎN: PEYMANA GRUBER-DE GASPERI
Herêma Tîrola Başûr (bi almanî: Südtirol, bi îtalyanî: Alto Adige) ku piştî Şerê Cîhanê yê Yekem di 1919an de ji Împaratoriya Awisturya-Macaristanê hate qutkirin û bi Îtalyayê ve hate girêdan, bi dehsalan bû qada aloziyên etnîkî û zimanî. Bi taybetî di serdema faşîst a Benito Mussolini (1922–1943) de, polîtîkayeke dijwar a “Îtalîkirinê” hate meşandin. Navên gundan, kolanan û heta paşnavên malbatan hatin guherandin; zimanê almanî di dibistan, dadgeh û hemû saziyên giştî de hate qedexekirin. Di sala 1939an de, peymana “Option Agreement” di navbera Hitler û Mussolini de hate îmzekirin ku ji xelkê almanîaxêv re tenê du rê hatibû dîyarkirin: An divê dev ji nasnameya xwe berdin û bibin îtalî, an jî koçî Almanyaya Nazî bikin.
Piştî Şerê Cîhanê yê Duyem Îtalya û Awisturya ji bo çareserîya vê meseleyê dest bo hevdîtinan kirin û di 5ê Îlona 1946an de li Parîsê li hev kirin. Wezîrê Derve yê Awisturyayê Karl Gruber û Serokwezîrê Îtalyayê Alcide De Gasperi peymaneke dîrokî îmze kirin ku mafê xweseriya qanûnî û azadiya çandî da xelkê herêmê û zimanê almanî wekî zimanê fermî pejirand. Lê ji ber ku dewleta navendî pêkanîna vê peymanê paşve xist û herêm bi bajarê Trentino ve girê da da ku îtalî li Tîrola Başûr serdest bin, berxwedan û krîz berdewam kir.
Berxwedan û statuya 1972an
Di salên 1950 û 1960î de polîtîkayên guherandina demografiyê û redkirina daxwazên xweseriyê, rewşa herêmê gihand asteke teqînê. Li ser vê yekê, di sala 1957an de kombûna mezin a Sigmundskronê çêbû ku zêdetirî 35,000 kesî li dijî polîtîkayên navendî dirûşmên azadiyê berz kirin. Alozî gav bi gav veguherî çalakîyên şîdetê û di şeva 11-12ê hezîrana 1961an de ku di dîrokê de wekî “Şeva Agirî” (Feuernacht) tê nasîn, Rêxistina Rizgariya Tîrola Başûr (BAS) zêdetirî 37 santralên enerjiyê bombeyî kirin da ku sîstema navendî rawestînin. Di navbera salên 1960 û 1967an de hejmareke zêde leşker û polîsên îtalî li herêmê hatin bicîkirin û êrişên li dijî navendên polîsan, rêyên hesinî û xetên enerjiyê zêde bûn.
Encamên van hemû hewldan û zextên siyasî, Îtalyayê neçar kir ku di sala 1972an de “Statuya Duyemîn a Xweseriyê” ku erkên berfireh dida Tîrola Başûr qebûl bike û vê modela mayînde ya xweserîyê têxe merîyetê. Îro Tîrola Başûr, ji qada aloziyên kûr ên etnîkî veguheriye herêma herî pêşketî û halxweş a Îtalyayê. Ev modela otonomîyê niha di asta cîhanî de ji bo çareserkirina meseleyên neteweyî û misogerkirina aramiya siyasî wekî nimûneyeke serkeftî tê nîşandan.


