SerupelNûçeDonald Trump: “Bi Îranê re me peymaneke nuwaze pêk anî.”

Donald Trump: “Bi Îranê re me peymaneke nuwaze pêk anî.”

Serokê Amerîkayê dibêje di nava çend rojan de wê bi Îranê re peymanê îmze bikin. Merasîma îmzeyê li Ewrûpayê wê bê lidarxistin. Li şûna Donald Trump cigirê wî JD Vance wê nûnertiya Amerîkayê bike.

Serokê Amerîkayê Donald Trump ragihand ku wan bi Îranê re li ser şerê heyî li hev kirine.

Donald Trump li ser peymanê weha mizgînî da, li Ofîsa Oval got: “Bi Îranê re me peymaneke nuwaze pêk anî.”

Pê re jî got: “Em di merhaleya dawîn de ne, halê dawîn ê dokumanan amade dikin. Di çend rojên pêş de, divê em vî karî bi dawî bikin.”

Donald Trump got merasîma îmzeya peymanê îhtimaleke mezin li Ewrûpayê wê li dar bikeve.

Serokê Amerîkayê di domahîka gotina xwe de diyar kir ku ewê beşdar nebe, li şûna wî Cîgirê Serok JD Vance wê nûnertiyê bike.

Rojek berê Donald Trump li pêyî êrîşên li beramber dabû ragihandin ku wî êrîşên li dij Îranê betal kirine.

Serê hefteyê helîkoptereke Apache ya Amerîkayê ketibû. Hewayeke bi vî rengî wê çaxê jî pêk hatibû.