SerupelAborîVolkswagen 100 hezar kesan ji kar derdixe

Volkswagen 100 hezar kesan ji kar derdixe

Şîrketa mezin a otomobîlan a Almanyayê, Volkswagen (VW), ji ber krîza aborî û pêşbaziya giran plan dike ku gavên gelek radîkal bavêje. Şîrket dixwaze 4 fabrîkeyên xwe yên li Almanyayê bigire û heta 100 hezar karkerî ji kar derxîne. Li dijî van biryaran, sendîkayên karkeran (wekî IG Metall) hişyarî dan û ragihandin ku ew ê bi her awayî li ber xwe bidin.

Xalên Giring

  • Hejmara kesên ji kar tên derxistin: Volkswagen plan dike ku hejmara derxistina karkeran bike du qat û li derdora 100.000 kesan ji kar derxîne (berê ev plan ji bo 50.000 kesan bû).
  • Hejmara Fabrîkeyên ku wê bên girtin: Di dema navîn de 4 fabrîkeyên mezin li Almanyayê tên girtin. Ev fabrîkeyên VWyê yên li Hannover, Zwickau, Emden û fabrîkeya Audiyê ya li Neckarsulmê ne.
  • Kêmkirina mesrefê: CEO Oliver Blume dixwaze bi van gavan heta dawiya vê dehsalê (2030) mesrefên şîrketê bi qasî 11 milyar euro kêm bike.
  • Girtinên Berê: VW di kanûna pêşîn a 2025an de fabrîkeya xwe ya li Dresdenê û di sibata 2025an de jî kargeha Audi Brussels (Belçîkayê) ku 3.000 kes lê dixebitîn, girtibû.

Şîrketa otomobîlan a li Almanyayê Volkswagen di nava guhertin û krîzeke kûr re derbas dibe. Li gorî nûçeyên di kovarên aborî de hatine weşandin, rêveberiya şîrketê biryarên nû û giran girtine. Şîrketa ku di adarê de gotibû ew ê 50 hezar karî betal bike, niha vê hejmarê derxistîye 100 hezarî.

Rêveberê Giştî (CEO) Oliver Blume, ev plana nû pêşkêşî lijneya rêveberiyê kirîye. Armanca sereke ya vê planê ew e ku mesref 11 milyar euro bê kêmkirin. Di nava vê planê de girtina sê fabrîkeyên VW yên li Hannover, Zwickau û Emdenê û kargeheke Audi ya li Neckarsulmê heye.

Lêbelê ev biryar dibe sedema hêrsbûna karker û sendîkayan. Sendîkaya bihêz a Almanyayê IG Metall û nûnerên karkeran vê daxuyanîya hevpar dan: Eger planên bi vî rengî bêne ferzkirin, em ê bi hemû hêza xwe li dijî wan derkevin.”

Krîza sektora otomobîlan li Ewrûpayê

Krîza Volkswagenê ne tenê problemeke navxweyî ye lê nîşaneya krîza kûr a sektora otomobîlan a li seranserî Ewrûpayê ye. Hilberînerên ewrûpî di salên dawî de bi pêşbazîya Çînê, kêmbûna firotinê û zêdebûna buhayê hilberînê re rû bi rû ne.

Markayên Çînî (wekî BYD) di warê otomobîlên elektrîkî de bi teknolojiyeke bilindtir û bi bihayên pir erzantir bazara cîhanî û ya Ewrûpayê dagir dikin. Li alîyekî din, piştî şewba Coronayê û ji ber krîza aborîyê, daxwaza ji bo otomobîlên nû (bi taybetî li bazara Çîn û Ewrûpayê) gelekî kêm bûye.

Sebeba dawî ya krîzê jî bi zêdebûna malîyetan re eleqeder e. Li Almanyayê mesrefên enerjiyê û karkeriyê pir bilind in. VW ji ber vê yekê kapasîteya xwe ya hilberînê ya salane jixwe ji 12 milyon wesayîtan daxistiye 9 milyonî. Ev krîz nîşan dide ku şîrketên ewrûpî dereng mane derbasî serdema nû ya otomobîlên elektrîkî bibin.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.