Xalên giring
- Tengavê Hurmuzê ciyekî stratejîke ji bo bazara petrolê; beşeke mezin a petrola cîhanê (ji 20 ji % petrolê) her roj ji vê tengavê derbas dibe.
- Li gorî şirovekaran, Çîn nêzîkî 1,2 mîlyar bermîl stokên petrolê berhev kirîye ku dikarin di demên krîzê de wekî rezervê bên bikaranîn.
- Çîn di van salên dawî de kirîna petrolê ji çend çavkaniyên cuda zêde kiriye da ku zêde bi herêmekê ve girêdayî nemîne.
- Bilindbûna bihayê petrolê dikare daxwaza ji bo enerjiyên paqij û erebeyên elektrîkî zêde bike ku Çînê di herdu qadan de jî serî dikişîne.
Pisporên li ser jeopolîtîkê lêkolînan dikin didin zanîn ku Çîn xwedî stokên mezin ên petrolê ne. Ev stok dikarin di demên ku bazar bi aloziyan re rû bi rû dibe, bûn bikaranîn. Herwiha, Pekîn di van salên dawî de hewl daye ku tenê xwe bi yek çavkaniya petrolê ve girê nede û têkiliyên xwe bi gelek hilberîneran re çêbike.
Aliyekî din ê vê meseleyê jî girêdayî pergala enerjiyê ya Çînê ye. Welat di heman demê de li ser çavkaniyên cuda yên enerjiyê veberhênan dike û elektrîkbûna hin beşan bileztir dike. Ev rewş dibe sedem ku guherînên bazara petrolê li ser hin beşên aboriyê kêmtir bandorê bikin.
Hin pisporan dibêjin ku zêdebûna bihayê petrolê dikare daxwaza ji bo teknolojiyên enerjiyê yên paqij zêde bike. Ji ber ku Çîn di hin qadên wekî hilberîna panelên rojê û bataryayan de li pêş e, dikare di van şertan de ji vê rewşê sûd werbigire.

Her çend hin şirovekaran vê rewşê wekî avantajek ji bo Çînê pêşkêş dikin jî, gelek kes jî diyar dikin ku Çîn li cîhanê yek ji welatê herî li pêş e ku ji derve petrolê dikire. Ji ber vê yekê, eger aloziya li Tengavê Hurmuzê demeke dirêj bidome, dikare bandorê li aboriya Çînê bike.
Bi giştî, nêrîn ev e ku stratejiya bi salan a Çînê ya di warê stokên petrolê, cihêrengkirina çavkaniyên enerjiyê û veberhênanên demdirêj de dikare di demên krîzê de destê wê bihêztir bike. Lê ev nayê wê wateyê ku welat ji hemû bandorên krîzeke mezin a enerjiyê biparêze. Di cîhana îro ya global de ku bazar bi hev ve girêdayî ne, her alozîyeke li Tengavê Hurmuzê dikare bandor li ser gelek aboriyan bike ku di nav wan de Çîn jî heye.


