Îro welatê Amerîkaya Latîn, Kolombîya salvegera serxwebûna xwe pîroz dike. Têkoşîna ku di sala 1810an de dest pê kir û di encamê de dawî li desthilatdariya sedsalan a Împaratoriya Îspanyayê anî, ji bo tevahiya parzemîna Amerîkaya Latîn bû hêvîya ji bo azadîyê.
Bûyera ku agirê serxwebûnê geş kir, di 20ê tîrmeha 1810an de li paytext Bogota (wê demê wekî Santa Fe dihat nasîn) qewimî. Komek ji welatparêzên herêmê ji bo pîrozbahiyekê ji karsazê Îspanyolî vazoyekê deyn xwestin. Redkirina vê daxwazê ji aliyê bê sebeb ku hêrsa bi salan kombûyî biteqe û veguhere serhildanê.
Wê rojê gel li qada navendî civiya û Meclisa Bajêr (Cabildo Abierto) neçar kir ku belgeya azadiyê îlan bike. Belgeya yekem a serxwebûnê bi navê “Acta del Cabildo Extraordinario de Santa Fe” hat îmzekirin.
Di vê belgeya dîrokî de waha dihat gotin:
“…”depositar la autoridad soberana en el Cabildo del Reyno… manifestando la firme voluntad de no someternos jamás a ningún otro gobierno…”
(…desthilatdariya serwerîyê radestî Meclisa Qraliyetê tê kirin… daxwaza biryardar a ku em ê ti carî teslîmî desthilatdariyeke din nebin, nîşan didin…)
Rola stratejîk a Simon Bolivar
Tevî ku daxuyaniya 1810an gava yekem bû, Îspanyayê hewl da ku Kolombîyayê jinûve dagir bike. Di vê qonaxa krîtîk de, rêberê leşkerî û siyasî Simon Bolivar (ku wekî El Libertador – Rizgarker tê nasîn) pêşenîgyê kir. Bolívar di bin sloga û nexşerêya xwe ya azadiyê de hêzên herêmî kirin yek. Bi serkeftina dîrokî ya di Şerê Boyaca (1819) de, hêzên îspanyol bi temamî hatin şikandin û Komara Gran Colombia hat damezrandin.
Bolívar di manîfesto û nameyên xwe yên dîrokî de (Carta de Jamaica, 1815) helwesta xwe bi van peyvên dîrokî nivîsandin:
“Un pueblo que aspira a ser libre, finalmente lo será. La libertad del Nuevo Mundo es la esperanza del universo.”
(Gelekî ku dixwaze azad bibe, di dawiyê de wê azad bibe. Azadiya Cîhana Nû -Amerîkaya Latîn- hêviya hemû gerdûnê ye.)

Serxwebûn û û prosesa dekolonîzasyonê
Serxwebûna Kolombiyayê ne tenê guherîneke herêmî bû lêbelê di proseya dekolonîzasyona welatên di bin serdestîya Împaratoriya Îspanyayê de roleke navendî lîst. Împaratoriya Îspanyayê ku sedsalan çavkaniyên Amerîkaya Latîn talan kiribû, piştî windakirina Kolombiyayê bawerî û kontrola xwe ya li ser parzemînê ji dest da.
Serxwebûna Kolombiyayê, riya serxwebûnê ji bo welatên wekî Venezuela, Ekwador, Peru û Bolivîyayê jî vekir. Projeya Bolivar a dekolonîzasyonê îspat kir ku pergalên kolonyal ne bêdawî ne û gelên bindest dikarin li ser bingeha serweriya neteweyî siberoja xwe ava bikin.



