Şaredarê berê yê Manchesterê Andy Burnham, piştî ku li şûna Keir Starmer bû serokê Partiya Karkeran (Labour Party), îro wekî serokwezîrê nû yê Brîtanyayê hat hilbijartin. Burnham beriya destpêkirina peywira xwe, li Qesra Buckinghamê bi Qral Charles re hevdîtin kir û bi fermî bû 7. serokwezîrê welat di nava 10 salên borî de.
Burnham di axaftina xwe ya ewil a li ber ofîsa serokwezîrîyê de diyar kir ku hatina wî ya ser desthilatê wê ji bo Brîtanyayê bibe xala guherînê û soz da ku hikumeta wî wê ji bo bi mîlyonan mirovan bive hêvî.
Serokwezîrê nû da zanîn ku ew ê îsal planeke 10 salî eşkere bike da ku modela siyasî û aborî ya welat bi temamî biguherîne. Herwiha ji bo sivikirina debarê wê piştgirî ji bo fatûreyên enerjîyê û bihayê otobûsan bê dayîn. Pêngava yekem a hikumeta Burnham jî ew e ku meseleya bêmalîyê çareser bike da ku tu kes li kolanan ranezin.
Karîzmaya Burnham û Manchester
Brîtanya di van salên dawî de di nav krîzên aborî û nearamiya siyasî re derbas dibe. Xizmetên giştî di bin barekî giran de ne û standarda jiyanê paşve çûye. Di nava vê krîzê de helwest û şêwazê Burnham ji bo gelek kesan wekî tekane rêya çareserîyêtê dîtin.
Burnhamê ku berê endamê parlamentoyê û wezîrê hikumetê bû, bi zimanê xwe yê nerm, şêwaza cilûbergên xwe ya nûjen û bi henekên xwe tê nasîn. Wî ji sala 2017an vir ve li Manchesterê modela “Manchesterism” pêş xist ku li ser hêsankirina karsaziyê, xurtkirina rêveberiyên herêmî û sosyal-demokrasiyê ava bûye.
Di rêveberiya wî ya 9 salan de aboriya herêma Manchesterê du qat zêdetirî navîna tevahiya welat pêş ket, bajêr bû navendeke çandî û hunerî ya zindî. Di dema Burnham de pergala hatûçûna giştî ya herêmî hat reformkirin û ket bin kontrola rêveberîya xwecîhî.
Medyaya cîhanî Burnham wekî siyasetmedarekî ku dikare “dengê bakurê Brîtanyayê” bîne navenda desthilata Londonê dibîne. Ew wekî lîderekî pragmatîk tê naskirin ku dikare hem xeta çepgir û hem jî cîhana karsaziyê li dora armanceke hevpar bîne cem hev.



