SerupelCivakFransa medyaya civakî li biçûktirên 15 saliyan qedexe dike

Fransa medyaya civakî li biçûktirên 15 saliyan qedexe dike

Baskên jêr û jor ên Parlemana Fransayê li ser pêşnûmaya qanûnê ya ku daxwaz dike medyaya civakî li kesên di bin 15 salî de ne qedexe bike, li hev kirin. Eger pêşnûma ji aliyê parlemanê ve bê pesendkirin, Fransa dibe yekem welatê Ewrûpayê yê ku qedexeyeke bi vî rengî xistiye meriyetê.

Parlemana Fransayê bi hinceta ewlekariya dijîtal a zarokan zeximtir bike, pêşnûmayeke qanûnê ya ku bikaranîna medyaya civakî li zarokên di bin 15 salî de qedexe dike amade kir.

Baskên jêr û jor ên parlemanê li ser naveroka pêşnûmayê li hev kirin.

Eger pêşnûma ji aliyê parlemanê ve jî bê pesendkirin, zarokên di bin 15 salî de êdî wê nikaribin medyaya civakî bi kar bînin.

Tê gotin ku qaîdeyên medyaya civakî wê bi du merhaleyan têxin meriyetê. Di merhaleya yekemîn de, zarokên di bin 15 salî de, ji 1’ê Îlonê û pê ve wê nikaribin hesabekî nû vekin. Di merhaleya duyemin a Çileya 2027’an û pê ve jî hesabên heyî jî wê bên qedexekirin.

Pêşnûma tenê medyaya civakî qedexe nake. Tevî vê yekê bikaranîna telefonên bi aqil jî li xwendekarên heta lîseyê qedexe dike.

Serokomarê Fransayê Emmanuel Macron jî piştevaniya pêşnûmayê dike. Macron demek berê soz dabû ku heta meha Îlonê wê qanûna li ser vê babetê têxin meriyetê. Ev yek jî tê maneya ku dema dibistan vebin, xwendekar êdî wê nikaribin li dibistanan telefonên bi aqil bi kar bînin.

Eger pêşnûma bê qebûlkirin, Fransa wê bibe yekem welatê Ewrûpayê yê ku qanûneke bi vî rengî xistiye meriyetê.

Fransa raporên li ser medyaya civakî wekî hincet nîşan dide. Lewre raporên li ber babetê destnîşan dikin ku bikaranîna medyaya civakî di nava zarokan de dibe sedema zordariyê, tendurustiya hişê wan xera dike, wan bi xwe ve girê dide û dibe sedema ku xwe bêrûmet bikin.

Beriya Fransayê yekem carê Awustralyayê bikaranîna platformên wekî Facebook, Snapcahat, TîkTok û Youtube li zarokên di bin 16 salî qedexe kiribû.

Piştî Fransayê, îhtimal heye ku qedexe li seranserê Ewrûpayê jî bê pejirandin. Lewre, serokomarê Fransayê Emmanuel Macron ji demeke dirêj ve ye, ji bo Yekîtiya Ewrûpayê jî vê qedexeyê bipejirîne di nava hewildanan de ye.

Herweha, demek berê Seroka Komisyona Ewrûpayê Ursula von der Leyenê jî diyar kiribû ku ew jî fikra sînorkirina medyaya civakî dipejirîne.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.