Îspanya ji bo ku zimanê katalanî di nava saziyên Yekîtiya Ewrûpayê (YE) de wekî zimanekî fermî bê naskirin gaveke din avêt. Di hevdîtinên herî dawî yên li Brukselê de, Wezareta Karên Derve ya Îspanyayê daxwaz kir ku mijara naskirina zimanên katalanî, galîsî û baskî di rojeva sereke ya Konseya Yekîtiya Ewrûpayê de cîh bigire. Tê payîn ku ev civîn di 22yê îlonê de bi beşdariya wezîrên karên Ewrûpayê yên welatên endam li Brukselê bê lidarxistin. Li gorî berpirsiyarên Madrîdê, naskirina van zimanan ne tenê daxwazeke siyasî ye lê di heman demê de xurtkirina mafên zimanî û mafên welatîbûnê yên bi mîlyonan mirovên e ku di nava sînorên Yekîtiya Ewrûpayê de dijîn.
Ji bo ev biryara dîrokî di pratîkê de bê pejirandin divê hemû 27 welatên endamên Yekîtiya Ewrûpayê bi yekdengî piştgiriyê bidin guherîna rêziknameya zimanî. Tevlî ku Îspanya amadehiya xwe nîşan dide ku hemû lêçûnên werger û îdarî ji budceya xwe ya neteweyî bigire ser xwe jî, hin welatên endam ji ber rîska ku ev gav bibe mînak ji bo kêmarên din ên Ewrûpayê re hîn jî bi fikar in.
Paşxaneya Meseleyê


