SerupelNûçeSerokwezîrê Brîtanyayê Starmer îstifa kir

Serokwezîrê Brîtanyayê Starmer îstifa kir

Keir Starmerê ku di hilbijartinên 2024an de Partiya Karkeran kir xwedî hikumet,piştî gelek proseseke alozîyê îstifa kir. Her çend hikûmeta wî gelek soz xwe pêk anî bin jî skandala têkiliyên Peter Mandelson ên bi Jeffrey Epstein re û şikestina di hilbijartinên herêmî de bûn sedema îstifayê. Starmer heta hilbijartina serokê nû yê Partiya Karkeran weê wekî serokwezîrê demkî bimîne.

Serokwezîrê Brîtanyayê Keir Starmer ku di hilbijartinên sala 2024an de hatibû ser kar,  îro îstifaya xwe ragihand. Starmer got ku piştî ku Partîya Karkeran ku ji bo hilbijartinên siberojê guman ji wî kirine, wî biryara îstifaya xwe daye.

Starmer dema ku hatibû ser kar, soz dabû ku dawî li serdema nakokîyan a hikûmetên muhafezekaran bîne. Lê di du salên borî de hikûmeta wî bi gelek rexneyan re rû bi rû ma. Qebûlkirina diyariyên bêpere, ji hin polîtîkayên Partîya Karkeran paş ve gav avêtin û taybetî jî biryara kêmkirina alîkariya enerjîyê ya zivistanê ya ji bo kesên malnişîn bûn belayê serê Starmer. Li alîyekî din,  Partiya Karkeran di hilbijartinên herêmî de têk çûbû û ev jî wekî zextên li ser Starmer hîn bêtir zêde kir.

Skandala herî mezin a ji ber biryareke Starmer pêk hat. Starmer, Peter Mandelson wekî sefîrê Brîtanyayê şand Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê bû. Dema ku belgeyên têkiliyên Mandelson û Jeffrey Epstein derketin holê, rexneyên giran li serokwezîrê Brîtanyayê Starmer hatin kirin. Tevî ku Mandelson ji kar hat dûrxistin, krîza siyasî dom kir û gelek parlamenterên Partîya Karkeran bawer kirin ku Starmer di vê mijarê de biryarek çewt daye.

Kronolojîya serkeftin û têkçûnê

  • 2015: Starmer bû parlementer.
  • 2020: Starmer bû serokê Partiya Karkeran.
  • Tîrmeh 2024: Partiya Karkerandihilbijartinan de bi ser ket û Starmer bû serokwezîr.
  • 2024-2025: Rexneyên li ser gavên paş ve yên siyasî û aborî dest pê kirin.
  • Îlon 2025: Skandala Mandelson-Epstein derket holê. .
  • Gulan 2026: Partiya Karkeran di hilbijartinên herêmî de şikestineke giran xwar.
  • Hezîran 2026: Starmer îstifa kir.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.