SerupelNûçeDîwarê Ewlehîyê li Saksonya-Anhaltê hildiweşe?

Dîwarê Ewlehîyê li Saksonya-Anhaltê hildiweşe?

Partiya rastgir a tund AfD di hilbijartinên parlamentoya eyaleta Saksonya-Anhaltê de bi nêzîkî  44%ê dengan serkeftineke dîrokî bi dest xist. Her çend partîyê di parlamentoya herêmî de nikare piraniya mutlaq pêk bîne jî, hevsengiya siyasî ya Almanyayê xist rewşeke gelekî aloz.

Eyaleta Saksonya-Anhaltê ya ku li rojhilatê Almanyayê ye, di van rojan de di rojava hemû siyaseta Ewrûpayê de ye. Encamên dawî yên hilbijartinên parlamentoya herêmê (Landtag) nîşan didin ku partiya rastgir a radîkal AfD (Alternative für Deutschland) bi rêjeya 43.8% ê dangan û bi destxistina 39 kursiyan ji 83 kursiyên parlamentoyê serkeftineke dîrokî bi dest xistiye. Ev cara yekem e di dîroka piştî Şerê Cîhanê yê Duyem de ku partiyeke ji aliyê saziyên ewlehiyê ve wekî “radîkal” tê binavkirin, di hilbijartineke herêmî de dibe partiya yekem û mezin a eyaletê.

Rêberê herêmî yê AfDyê Ulrich Siegmund ev encam wekî “pêvajoyeke dîrokî” nirxand û diyar kir ku gelê Saksonya-Anhaltê peyamek gelekî eşkere daye berpirsiyarên siyasî yên li Berlînê. Di navenda vê erdheja siyasî de, Yekîtiya Demokratên Xristiyan (CDU) cî digire ku nêzîkî 24 salan desthilatdarê sereke vê eyaletê bû. Partîyê di hilbijartinê de derbeke giran xwar û dengên CDUyê li hember hilbijartina berê nîvî bi nîvî kêm bûn. Partîyê encax dikaribû 17.2% dengan bigire û bibe partîya duyemîn. Partiyên din ên navendî mîna SPD, Keskan û Çepgir jî dengên xwe gelek kêm kirin.

Pirsgirêkên aborî yên herêmê, lêçûnên zêde yên jiyanê, krîza koçberiyê û nêzîkatiya li hember Şerê Ûkrayna û Rûsyayê rasterast bûn sedem ku dengderên alman ber bi polîtîkaya nerazîbûnê ve herikin.

“Brandmauer” hildiweşe?

Nîqaşa herî mezin a ku niha temamiya Almanyayê pê ve mijûl e ev e: Gelo di nava vê valahiya siyasî de hikumetek çawa dikare bê avakirin? Heta îro hemû partiyên navendî li ser biryareke prensîbî ku jê re “Brandmauer” (Dîwarê Ewlehiyê yê Siyasî) tê gotin, li hemberî AfD pêk dianîn. Li gorî vê prensîbê, ti partiyeke kevneşopî bi AfDyê re hevkariyê nake û koalîsyonê pêk nayne.

Lê belê encamên herî dawî gelek tişt guhartin: AfD tenê bi 3 kursiyan nêzîkî piraniya mutlaq (42 kursî) bû. Ev yek destûrê nade partîyên din koalîsyonekê di hêsanî ava bikin.  Eger CDU nexwaze bi AfDyê re rûnê, neçar e ku tevahiya partiyên din ên ku ji aliyê fikrî ve gelekî ji hev dûr in, werecem hev. Ev jî tê wateya hikumeteke gelekî qels û bêstabîl ava bibe.

Nûçe û raporên Deutsche Welle (DW) balê dikişînin ser wê yekê ku tiştê li Saksonya-Anhaltê qewimî ne tenê bûyerek herêmî ye. Dînamîkên siyasî yên li rojhilatê Almanyayê êdî rasterast paşeroja siyaseta federal diyar dikin. Serkeftina AfDyê ya li vê herêmê nîşan dide ku krîza baweriya li hember saziyên dewletê kûrtir dibe. Di hefteyên pêş de, muzakereyên koalîsyonê yên li Magdeburgê wê bibin azmûneke giring ku ka wê siyaseta Almanyayê xwe komî ser hev bike an jî dê rê li ber krîzeke nû ya destûrî û siyasî vebe.

 

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.