ETA (Euskadi Ta Askatasuna)
-
- Navê: Euskadi Ta Askatasuna (Welatê Baskî û Azadî)
- Dîroka avakirinê: Di sala 1959an de ji aliyê komeke xwendekarên baskî ve wekî tevgereke li dijî rejîma dîktator a Francisco Franco hate avakirin.
- Şer: Nêzîkî 50 salan (ji salên 1960î heta sala 2011an) dom kir.
- Bîlanço: Li gorî amarên fermî yên Wezareta Navxweyî ya Îspanyayê, di encama çalakî û êrîşên ETAyê de bi giştî 829 kes hatine kuştin.
- Aştî û belavbûn: Di 20ê çirîya pêşîn a 2011an de çalakiyên xwe yên çekdarî sekinandin , di 2017an de çekên xwe radest kirin û di 2018an de bi daxuyaniyekê bi fermî hat belavkirin û hilweşandin.
Bidawîbûna şerê çekdarî ya rêxistina baskî ETAyê bi rêya hewldanên dîplomatîk, muzakereyên veşartî û mîsyonên navneteweyî pêk hat. Piştî nîv sedsalek şer, şîdet û maxdûran, di 20ê çirîya pêşîn a 2011an de ETAyê bi fermî ragihan ku ew çalakiyên xwe yên çekdarî bi dawî dike.
Pêvajoya ku ber bi çekberdanê ve çû, bi dehsalan li di dîplomasiya paşperde de hate nîqaşkirin. Medyatîkbûna vê pêvajoyê û tevlîbûna navbeynkarên navneteweyî di çareserkirina nakokiyan de roleke giring lîst. Tevî helwestên hişk ên hukumetên Îspanya û Fransayê jî, partîyên sîyasî yên Welatê Baskê, civaka sivîl û saziyên navneteweyî dikarîbûn rêyeke alternatîf a diyalogê ava bikin.
Di Cotmeha 2011an de, li bajarê Donostia-San Sebastianê konferanseke navneteweyî hate lidarxistin ku wê qedera Welatê Baskê guheribandana. Di vê konferansê de kesayetiyên bi nav û deng ên wekî sekreterê giştî yê berê yê Neteweyên Yekbûyî Kofi Annan, serokê Sinn Feinê Gerry Adams û serokwezîrê berê yê Îrlandayê Bertie Ahern amade bûn. Ev komîteya navneteweyî ji bo ETAyê banga “bi tevahî sekinandina çalakiyên çekdarî” kir. Tenê sê roj piştî vê konferansê, di 20ê çirîya pêşîn de, ETAyê bi rêya rojnameyên Gara û Berria daxuyaniyek da û dawîanîna li çalakiyên xwe yên çekdarî ragihand.
Îspanya muzakereyê red kir
Her çend ETAyê di sala 2011an de dest ji çekan berda jî, pêvajoya hilweşandina fermî ya rêxistinê bi salan ajot. Hukumeta Îspanyayê ya wê demê û paşê jî desthilata Partiya Gel (PP) helwesteke tund nîşan dan û muzakereyên bi rêxistinê re red kirin. Ev yek bû sedem ku radestkirina çekan a bi rêkûpêk heta sala 2017an û hilweşandina tam a rêxistinê heta sala 2018an bidome. Di heman demê de, pirsgirêka qurbaniyan û nêzîkatiya li hember mafên wan bû mijara nîqaşên civakî yên kûr. Çepa abertzale di daxuyaniyên xwe yên paşê de dîyar kir ku ew êşên qurbanîyên ETAyê nas dike û ev yek wekî gaveke giring a ji bo lihevkirinê hate nirxandin.
Foto: Endamên ETAyê di dema daxuyaniyekê de (2008)/Indymedia Barcelona, CC BY-SA 2.0/Wikimedia Commons



