SerupelCivakRoja Bastilleê: Çirûska ku Şoreşa Fransî geş kir

Roja Bastilleê: Çirûska ku Şoreşa Fransî geş kir

Fransa îro, 14ê tîrmehê, salvegera Girtina Kela Bastilleê pîroz dike. Ev roja ku wekî destpêka Şoreşa Fransayê tê qebûlkirin, ne tenê dîroka Fransayê, lêbelê sîstema polîtîk a ewrûpî û cîhanê jî ji bin ve guherand. 

14ê tîrmehê roja neteweyî ya Fransayê ye ku di qada navneteweyî de wekî “Roja Bastilleê” tê naskirin. Ev roj, salvegera rûdana herî mezin a dîroka nûjen e: Serhildana Parîsîyan a sala 1789an û hilweşandina keleha ku wekî sembola zilmê dihate dîtin.

Di sedsala 18an de, Fransa di bin zilma sîstema monarşiya mûtleq de dinaliya. Gel birçî û hejar bû, lê qesr û derdorên arîstokrat di nav luksê de dijiyan. Di 14ê tîrmeha 1789an de, xelkê Parîsê berê xwe da Kela Bastilleê. Ev kele, zindaneke navdar a girtiyên siyasî bû û depoya cebilxaneyê ya kral bû.

Girtina keleyê û azadkirina girtîyan ji alîyê gel ve, peyameke zelal bû ji bo qesrê: Hêza gel ji hemû text û tacan mezintir e. Ev rûdan bû çirûska ku agirê Şoreşa Fransayê geş kir.

Jean-Pierre Houël, Prise de la Bastille, (Girtina Bastilleê), 1789/Wikimedia Commons

Azadî, Wekhevî, Biratî

Roja Bastilleê ne tenê guherandina desthilatdariyekê bû. Ew di heman demê de bû destpêka serdemeke nû ya hişmendiya mirovahîyê. Bi hilweşîna kelê re, sîstema feodal rûxiya û “Deklarasyona Mafên Mirovan û Welatiyan” hate weşandin. Sê nirxên bingehîn ên vê şoreşê di vê deklerasyonê de cî girtin: Liberté, Égalité, Fraternité (Azadî, Wekhevî û Biratî). Ev nirx bûn bingeha destûra bingehîn a gelek dewletên nûjen û rê li ber belavbûna demokrasiyê li seranserê cîhanê vekirin.

Bingehê Fransaya îro: Komar û Sekulerîzm

Fransaya ku em îro nas dikin, rasterast li ser mîrateya 14ê tîrmehê hatiye avakirin. Ev roj ji sala 1880an û vir ve wekî Cejna Neteweyî (Fête Nationale) tê pîrozkirin.

Ji bo welatiyên Fransayê, ev cejn ne tenê pîrozbahiya serkeftineke dîrokî ye. Ew di heman demê de nûkirina peymana civakî ya ji bo parastina Komarê û sîstema Laîk (Sekuler) e. Ev sîstem rê nade ku dîn an jî çîneke taybet serdestiyê li ser qanûnan bike û hemû welatiyan di bin banê qanûn û mafan de wekhev dibîne.

Îro her çend Fransa bi qeyranên nûjen û nîqaşên polîtîk re rû bi rû be jî, rûhê Bastilleê wekî stûna herî qewîn a nasnameya wê ya neteweyî û bingeha sîstema wê ya polîtîk dimîne.

Deklarasyona Mafên Mirovan û Welatiyan, Muzeya Şoreşa Fransî , CC BY-SA 4.0