Li gorî gotareke The Conversationê, destana Odyssey a Homeros ji bo gelek dîroknas û cografnasan ne tenê berhemeke edebî ye, lê di heman demê de pirsên giring li ser cografya cîhana kevn jî derdixe holê. Ev destana ku vegera mîrê Îthakayê Odysseus a piştî Şerê Troyayê vedibêje, bi rêwîtiyek dirêj a deh salan tê nasîn.
Hin lêkolîner bawer dikin ku cihên ku Homeros navê wan dibêje, tenê berhemên xeyalî ne. Lê hin kesên din dibêjin ku di nav vê çîrokê de şopên cîhaneke rastîn hene. Bi vê sedemê, ji sedsalan ve gelek kes hewl dane ku rêya Odysseus li ser nexşeyan nîşan bidin.
The Conversation dibêje ku cografnasê kevnar Eratosthenes ev hewl bêwate dihesiband. Wî gotibû ku tenê dema ku “çermçêkerê ku tûrikê bayê dirûtibû” were dîtin, wê demê rêya Odysseus jî wê were dîtin. Ev gotin tê wateya ku ew destanê parçeyeke cîhana mîtolojiyê dibîne lê ne ji cografiyaya rastîn.
Li aliyê din , dîrokzanê yûnan Polybius bawer dikir ku destan xwedî bingeheke rastîn e. Li gorî wî, mînak, naveroka ku derbarê Scylla de hatiye gotin dikare li deverên nêzîkî girava Sicîlyayê bê şopandin.
Di gotarê de tê bibîranîn ku cografnasê navdar Strabo jî di berhema xwe ya Geographica de mîtolojî û cografya rastîn bi hev re girê daye. Pişt re, matematîkzan û stêrknas Ptolemy di nexşeyên xwe de hin cihên ku Homeros bi nav dike, wekî Welatê Xwarinvanên Lotus, axa Circe û giravên Sirenan jî tomar kirîne.
Di sedsala 16an de nexşesazê holendî Abraham Ortelius yekem kes bû ku tevahiya rêwîtiya Odysseus li ser nexşeyekê nîşan da. Li gorî The Conversationê, ew ji ber ku hin giravên di destanê de di cîhana rastîn de tune bûn, hin giravên xeyalî jî li ser nexşeya xwe zêde kir. Ev nexşe paşê bû bingeha gelek nexşeyên din û ew giravên xeyalî heta sedsalên 19an û 20an jî di hin nexşeyan de man.
Di sala 1912an de, siyasetmedar û geştyarê fransî Victor Berard bi rêwîtiyek deryayî hewl da ku rêya Odysseus ji nû ve bişopîne. Wî ji bo girava Calypsoyê devereke nêzîkî Cebelîtarîqê, ji bo Welatê Xwarinvanên Lotusê girava Cerba ya Tûnisê û Welatê Cyclopsan jî Napolîyê pêşnîyaz kir.

Îthakaya Odyseus kîjan e?
Yek ji nîqaşa herî mezin jî li ser cihê rastîn a Îthakayê ye. Tevî ku gelek kes dibêjin ku Îthakaya Homeros girava Îthaki ya îroyîn e, lê hin lêkolînerên zanîngehên Cambridge û Aberdeen pêşniyaz dikin ku Paliki li rojavayê Kefalonya dikare bêtir li danasîna Homer re li hev be. Lêkolînên erdnasî û arkeolojîk jî nîşan didin ku ev herêm di Serdema Bronz de cihekî giring bûye.
Li gorî The Conversation, gelo ev cih bi rastî hebûn an na, girîngtir ew e ku cografiya Odyssey têkiliya mirovan bi mal, veger û nenasiyê nîşan dide. Gotarê di dawiyê de destnîşan dike ku nexşe tenê nîşandana cîhanê nîne; her nexşe di heman demê de çîrokek e ku mirov ji bo famkirina cîhanê diafirîne.
Çavkanî: The Conversation – “Can we map The Odyssey? How ancient geographers and modern researchers have traced Odysseus’s travels.”



