Keda nêzîkî çil salan a parastina çand û dîroka kurdî, îro li paytexta Swêdê, bi xetereyê re rû bi rû ye. Muzeya Sirgûnê ya Kurd (Kurdish Exile Museum) ku ji aliyê nivîskar û lêkolîner Goran Candan ve hatibû avakirin, piştî biryareke ji nişka ve ya xwediyê milkê avahiyê, hat girtin û neçar ma ku bar bike.
Di Tebaxa 2025an de, xwediyê nû yê avahiyê tenê sê meh dem da Goran Candan ku muzeyê vala bike. Di encama vê biryarê de, heft ton materyalên herî kêmwêne yên dîroka Kurdistanê—ku tê de pirtûk, kovar, kaset, cilên resen û zêrên kevnar hene—di nava 800 qutiyan de hatin tomarkirin û birin depoyeke tarî.
Goran Candan ku bi salane ji bo saziyên navneteweyî yên wekî Pirtûkxaneya Kongreyê ya Amerîkayê (Library of Congress) û Zanîngeha Harvardê beşên kurdî ava kirine, diyar kir ku her çend wî hewleke mezin dabe jî, piştgirî ji Hikumeta Herêma Kurdistanê (KRG) û partiyên siyasî yên Kurd negirtiye. Candan ku niha teqawît bûye, mesrefên tomarkirin û depokirinê bi alîkariya çend dostên xwe yên nêzîk bi zorê peyda kiriye. Lê ji ber dayîna kirêya mehane ya depoyê xetereya li hember arşîvê berdewam dike.
Ev karesata çandî nîşan dide ku dîroka gelekî bêdewlet, çawa bi biryareke şîrketeke bazirganî dikare bikeve bin xetereyê. Heger piştgiriyeke mayinde çênebe, ev arşîva bêhempa ya ku nasnameya kurdî diparêze, wê di nav qutiyan de birze.
Ji weşanxaneyê ber bi muzeyê ve
Binyada vê muzeyê di sala 1987an de, li Stockholmê bi avakirina Weşanxaneya SARAyê ji aliyê Goran Candan (ku bi navê xwe yê pênûsê Bavê Barzan jî tê naskirin) ve hat avêtin. Candan ku bi xwe ji bajarê Amedê ye, ji ber qedexeya li ser ziman û çanda kurdî li Tirkiyeyê, koçî Swêdê kiribû û dest bi parastina mîrateya çand û dîrokî ya kurdan kiribû.
Weşanxaneya SARA di demeke kurt de bû navenda herî mezin a belavkirina pirtûkên kurdî li cîhanê. Goran Candan di kanûna pêşîn a 2007an de, ev hewldan derxist asteke bilindtir û SARAyê veguherand “Weqfa Pirtûkxane û Muzeya Kurdî”.
Di nav vê muzeyê de ne tenê pirtûk, her weha gelek tiştên kêm tên peydekirin jî hene:
- Pereyên hesinkirî (sîke) yên serdemên navîn ên xanedaniyên kurd mîna Merwanî, Şedadî û Eyûbiyan.
- Nexşeyên dîrokî yên Kurdistanê yên beriya sedsala 20an (mînak nexşeya sala 1892an).
- Arşîveke dewlemend a kovar, rojname, kaset û fîlmên VHS yên her çar parçeyên Kurdistanê.
Muzeyê heta sala 2025an wekî navendeke zindî ya çandî xizmet dikir û bersiveke xurt bû ji bo polîtîkayên asîmîlasyonê û tunekirina dîroka kurdî.


