PKKyê bi navê Rêveberiya Tevgera Apoyî di yekem salvegera kongreya xwe ya dawî de civîneke çapemeniyê li dar list.
Bi boneya salvegera kongreyê 5ê gulanê ji bo vê daxuyanîyê hat hilbijartin.
Alîyê herî balkêş ê vê daxuyanîyê, guherîna navê PKKê ya wekî Tevgera Apoyî bû.
Endama Desteya Rêveber a KCKyê Sozdar Avesta teksta ji bo çapemenîyê bi kurdî, endamê Desteya Rêveber ê KCKyê Mûstafa Karasû jî bi tirkî xwend.
Di tekstê de hat dîyarkirin, gotinên rêveberîya AKPyê û çapmeniya nêzîkî wê yên ku dibêjin “avêtina gavên hiqûqî ‘bi tespît û teyîtkirina danîna çekan ve girê didin’ rastiyê îfade nakin.”
Di daxuyaniyê de bi van gotinan ji bo Abdullah Ocalan daxwaza statuyê hat kirin:
“Ji bo ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi pêş bikeve divê bi biryareke siyasî statuya Rêber Apo bê diyarkirin, dîsa ji bo ku siyaseta demokratîk bi awayekî azad bi pêş bikeve divê gavên qanûnî bêne avêtin. Bi temamî çek danîn û ketina nava siyaseta demokratîk bi avêtina gavên hiqûqî dibe. Ev rastî ji destpêka pêvajoyê heya niha ji hêla hemû derdoran ve tê zanîn.”
Di berdewama daxuyaniyê de Ocalan wekî sermuzakerevan hat pênasekirin û ji bo wî şertûmercên xebata azad had daxwazkirin.
AKP hat rexne kirin
Di daxuyanîya KCKê de rêveberîya AKPyê û medyaya nêzîkî wê jî bi van gotinan hat rexnekirin:
“Me her tim ji bo çareseriya siyasî-demokratîk, raya giştî ya kurd amade kir û peyamên erênî dan gelên Tirkiyeyê, em di vê mijarê de hesas nêzîk bûn, lê hin berdevkên desthilat û çapemeniya nêzîkî desthilatê, amadekirina raya giştî li aliyekî, berevajî ji bo avakirina hest û fikrên neyînî kar kirin, helwest raber kirin. Nêzîkatiya neyînî ya li hemberî muxalefetê jî bûye sedem ku ji pêvajoyê re desteka civakî zêde nebe.”
Abdullah Ocalan di 27ê sibata 2025an de banga xwefesixkirinê li PKKê kiribû. Herçî PKK bû, di navbera 5 û 7ê gulana 2025an de kongreyek li dar xistibû û biryara fesixkirinê dabû.


