SerupelKurdistanPîrozbahîyên Newrozê dest pê kirin

Pîrozbahîyên Newrozê dest pê kirin

Pîrozhanîyên Newroza 2026an li bakur, rojava, başûrê Kurdistanê û Ewrûpayê dest pê kirin.

Ewrûpa wekî hersal malovanîyê ji pîrozbahîyên li Dîyasporayê re dike. Tê payîn, pîrozbahîyên herî girseyî li Frankfurt û Kolnê bên lidarxistin.

Bakur

Newroza îsal li Bakur bi slogana “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” tê lidarxistin. Ji serê sibehê ve bi sed hezaran kes ji bo tevlî pîrozbahiya mezin Amedê bibin, berê xwe dan qada Newrozê.

Başûr

Îsal ji ber şerê Îranê ku bandorê li herêmê jî dike, rêveberîya Başûr pîrozbahiyên fermî li dar nexistin. Lê li piraniya bajar û bajarokan agirê Newrozê hatin vêxistin.

Li Kerkukê pîrozbahiyek girseyî hate lidarxistin û welatiyan bi ala Kurdistanê beşdarî pîrozbahiyê bûn.

Rojava

Li Rojavayê Kurdistanê jî tevî bêîstiqrarîya dawî, li çend deveran bi beşdariya welatiyan agirê Newrozê hat vêxistin. Di pîrozbahîyan de alên Kurdistanê hatin hilgirtin.

Pîrozbahîyên li Ewrûpayê

Wekî hersal, îsal jî Ewrûpa dibe navenda pîrozbahîyên li Diasporayê. Tê payîn, pîrozbahîyên herî girseyî li bajarên Frankfurt û Koln ên Almanyayê bên lidarxistin.