SerupelKurdistanPêşbazîya Zanîna Kurdî li Amedê hat lidarxistin

Pêşbazîya Zanîna Kurdî li Amedê hat lidarxistin

Beledîyeya Peyasê ya li Amedê ji bo parastin kurdî, bernameya yekem a “Pêşbaziya Zimanê Kurdî” ya li dar xist. Gelek zarok tevlî bernameyê bûn.

Beledîyeya Peyasê ji bo parastin ziman, bernameya yekem a “Pêşbaziya Zimanê Kurdî” li dar xist.

Bernameya Pêşbaziya Zanînê ya Kurdî ji aliyê Gerînendetiya Çand û Karên Civakî û Meclîsa Ziman yên Beledîyeyê û Şanoya Bajêr a Amedê hat birêxistinkirin.

Di bernameyê de li xêzefîlma bi kurdî hat temaşekirin, helbestên bi kurdî hatin xwendin û bi mamikên bi kurdî hatin gotin.

Beşdarên bernameya ûp
pêşbazîyê. Foto: Beşa Çapemenîyê ya Beledîyeya Peyasê

Fînala Mezin di hezîranê de ye 

Pêşbazî wê her meh bê lidarxistin û xwendekarên pûanên herî zêde bigirin wê tevlî Fînala Mezin a meha hezîranê bibin.

Piştî bernameyê, Gerînendetiya Karên Civakî ya Şaredariyê daxuyanekê bi vî rengî da:

“Ji bo ku zimanê me di jiyana civakî de bêtir xuya bibe û were parastin, xebatên bi vî rengî pir girîng in. Em ê bi van hewldanan zimanê xwe zindî bihêlin û bi nifşên nû re parve bikin. Biryardariya me ya ji bo belavkirina zimanê Kurdî li her qada jiyanê dê her tim berdewam be.”

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.