SerupelNûçeAlmanya herî zêde ber bi Tirkîyeyê ve penaberan deport dike

Almanya herî zêde ber bi Tirkîyeyê ve penaberan deport dike

Di neh mehên sala 2026an de Almanya 14.324 kes deport kirin. Rêjeya deportkirinê kêm bû, hejmara kesên ber bi Tirkîyeyê ve hatin şandin 25,5% zêdetir bû. Tevî ku prosesa di navbera PKK û dewleta Tirkîyeyê de hîn nezelal e û qanûnên bingehîn neguherîne, Almanya bi berdewamî penaxwazan dişîne Tirkîyeyê.

Li gorî daneyên Wezareta Hundir a Almanyayê ku ji bo bersiva pirsa parlamenter a Partîya  Çepê (Die Linke) Clara Bünger de hatine dayîn, di neh mehên pêşîn ên sala 2026an de 14.324 kes ji Almanya hatine deportkirin. Ev hejmar li gorî heman dema sala 2025an (17.651 kes) nêzîkî 18,9% kêm bûye. Lêbelê hejmara kesên li Tirkîyeyê hatine vegerandin gihîştîye 2.025an Ev hejmar ji sal aborî 25,5% zêdetir e.  Piștî Tirkîyeyê Gurcistan (883) û Cezayîr (629) di rêzê de ne.

Di heman demê de hejmara kesên bi dilxwazî vedigerin welatên xwe jî îsal zêde bûye: 14.140 kes ji Almanyayê alîkarî wergirtine da ku vegerin welatên xwe. Di sala 2025an de ev hejmar 12.263 bû. Ev daneyên fermî ji alîyê dpa û medyaya Almanya (Berliner Zeitung, Süddeutsche Zeitung, DW, Focus) tên pişrastkirin.

Bandora pêvajoya di navbera PKK û dewletê de

Di sala 2025an de PKK, piştî bangawaziya Abdullah Ocalan, bi biryarekê dawî li hebûna xwe anîbû. Di tebaxa 2026an de Parlementoya Tirkîyeyê qanûnek pejirandibû. Qanûn destûrê da bû ku di bin şertên diyarkirî de ceza û lêpirsînên li hember kesên bi PKKê re têkildar dikarin werin sekinandin.  Hevseroka KCKê Bese Hozat di dawiya çirîya pêşîn a 2026an de gotibû ku proses “cemidî” ye, ji ber ku qanûnên bingehîn ên li ser mafên siyasî, azadiya çapemeniyê û mafên Kurdan bi awayekî berfireh neguherîne.

Li aliyekî din, dadgehên Almanyayê jî di hin dozên taybet de destnîşan kirin ku pêvajoya aştîyê xetereya îşkence û zordestiyê ji bo penaberên kurd bi temamî ji holê raneke. Wekî mînak, dadgehekê di doza penaxwazekî de biryar da ku pêşveçûnên nû ne bes in ji bo rakirina qedexeya deportkirinê, ji ber ku prose hîn di qonaxeke destpêkê de ye û siberoja wê nezelal e. Tevî vê rewşa hiqûqî û siyasî hîn nezelal e jî Almanya bi berdewamî deportkirinên ber bi Tirkîyeyê ve gav bi gav zêde dike.

Xetereya li hember mixalif û kurdan

Rêxistinên wekî Pro Asyl û şêwirmendiya penaberan a Almanya bi gelemperî polîtîkaya hişk a vederkrinê rexne dikin û balê dikişînin ser xetereyên li Tirkîyeyê. Di heman demê de civaka Kurd a Almanyayê (KGD) di meha borî 2026an de ragihand ku gelek kurden ku ji Almanya an Ewrûpayê bo serdanê an jî tatîlê diçin Tirkîyeyê ji ber qedexeyên derketina derveyî welêt  nikarin vegerin. Hin rapor dibêjin ku ji bo rakirina van qedexeyan heta 10.000 euro ji maxdûran tên xwestin.

Hêjayî gotinê ye, di sala 2025an de jî Tirkîye welatê yekem ê deportkirinan bû (2.297 kes). Zêdebûna berdewam di 2026an de nîşan dide ku Almanya, tevî kêmbûna giştî ya deportkirinan û kêmbûna daxwazên penaberiyê yên nû, di mijara Tirkîyeyê de polîtîkayeke aktîftir dimeşîne. Ev rewş ji bo gelek kesên ku ji ber çalakiyên siyasî, nêrînên xwe an jî nasnameya xwe ya kurd îltica kirin e, xetereyeke mezin diafirîne.