SerupelEkolojîNY hişyarî da: Berpirsê germahîyê sotemenîyên fosîl in

NY hişyarî da: Berpirsê germahîyê sotemenîyên fosîl in

Şefê meseleya avhewayê yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Simon Stiell got ku pêla germahîyê ya kujer a li Ewrûpayê encama rasterast a bikaranîna sotemenîyên fosîl e. Li gora lêkolînan, guherîna avhewayê ya ku mirov rê li ber vekiriye, germbûna hewayê ji 2 heta 4 pileyî zêdetir kirîye. 

Karesata germahîyê ya ku Ewrûpa girtîye bin bandora xwe, ne rûdaneke asayî ya xwezayê ye. Berpirsê Avhewayê yê Neteweyên Yekbûyî Simon Stiell eşkere kir ku ev pêla dijwar berhema qirêjîya sotemenîyên fosîl e ku dinyayê germ dike. Stiell destnîşan kir ku “heta ku mirovahî şewitandina rêjeyên mezin ên komir, petrol û gazê ranewestîne, germahîya zêde wê bidome.”

Lêkolîneke zanistî ya ku vê hefteyê hatîye weşandin, vê daxuyanîyê piştrast dike. Li gorî lêkolînê, guherîna avhewayê ya ku mirov dibe sedem, rasterast 2-4 pileyan li germahîya asayî zêde kiriye. Serokê Panela Pisporên Avhewayê ya NY (IPCC) Jim Skea jî dîyar kir ku wekî encameke vê, Ewrûpa wê di siberojê de rûbirûyî pêlên hîn dijwartir bibe.

Simon Stiell/Foto: UNFCCC

Ewrûpa di nava alarmê de ye 

Ev krîza avhewayê bandoreke rasterast û kujer li ser jîyana rojane dike. Li gora daneyên dawî, tê pêşbînîkirin ku îro herî kêm 101 milyon mirov li Ewrûpayê germahîya li ser 35 pileyî bibînin.

  • Fransa di bin metirsîyê de ye: Li paytext Parîsê, germahî gihîşt 40.9 pileyî û rekorên dîrokî yên meha hezîranê hatin şikandin. Ji ber germbûna ava çeman û ji bo parastina jîngehê, xebata sê reaktorên nuklerî hatin rawestandin ku ev yek krîza enerjîyê kûr dike.

  • Windahîyên însanî zêde dibin: Sîstema çavdêrîya avhewayê li Îspanyayê ragihand ku nêzîkî 212 kesan ji ber pêla avhewayê jîyana xwe ji dest dan e.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.