SerupelNûçeLîderên G7 li ber Gola Cenevê civîyan

Lîderên G7 li ber Gola Cenevê civîyan

Civîna 52. a G7ê li bajarê Evian-les-Bains ya li Fransayê hat lidarxistin.  Di bin serokatîya dorveger a Fransayê de, lîderên aborîyên herî pêşketî yên cîhanê krîzên jeopolîtîk û aborîya cîhanê gotûbêj kirin. Di civînê de biryarên giring li ser şerê Ukraynayê, alozîya li Rojhilata Navîn, ewlehîya sîber, meseleya koçberîyê û birêvebirina Hişê Çêkirî (AI) hatin girtin.

Nuqteyên girîng ên civînê

  • Dem û Cî: 15–17ê Hezîrana 2026an, Evian-les-Bains, Fransa.
  • Beşdar: DYA, Fransa, Almanya, Îtalya, Br’tanya, Kanada, Japonya û Yekît’ya Ewropayê. Wekî mêvan: Hindistan, Brezîlya, Kenya, Misir û Koreya Başûr.
  • Meseleyên Sereke: Rewşa aborî, hevkarîya navneteweyî, koçberî û şerên herêmî.
  • Encam: Belavkirina daxuyanîyên hevpar li ser têkoşîna li dijî qaçaxçîtîya koçberan, şewbên li cîhanê û rîskên Hişê Çêkirî (AI).

Civîna ku li bajarê dîrokî Evian-les-Bains hat lidarxistin, ji bilî endamên daîmî, mazûvanîya lîderên welatên Hindîstanê Narendra Modi û serokên Brezîlya û Kenyayê jî kir. Ev yek nîşan dide ku G7 hewl dide hebûna xwe li alîyên din ên cîhanê jî xurt bike ji hemberê bloka BRICSê bibe alternatîfeke xurt.

Siyaseta derve û ewlehî

Li gorî nûçeyên medyaya cîhanê mijarên herî zêde derketin pêş ewlehîya Ewrûpayê û şerê Rûsya-Ukraynayê bû. G7ê daxuyand ku ew ê piştgirîya xwe ya aborî û leşkerî ji bo Ukraynayê bidomîne. Di heman demê de, rewşa aloz a Rojhilata Navîn û peymana nû ya Amerîka-Îranê hatin nirxandin.

Aborî, koçberî û teknolojî

Serokê Fransayê Emmanuel Macron bal kişand ser “bêhevsengîya aborî ya cîhanê” û deynên zêde yên welatên aborîya wan pêş dikeve. Di warê navxweyî û ewlehîyê de, G7ê deklarasyoneke hevpar li ser “têkoşîna li dijî qaçaxçîtîya koçberan” û “şerê li dijî bazirganîya madeyên hişbir” weşand. Di warê teknolojîyê de jî, ji bo rêgirtina li rîskên sîber ên Hişê Çêkirî (AI), biryara zêdekirina ewlehyê  hat girtin.

Çîn li derveyî pergalê ye

G7 her çend wekî bloka rojava ya herî bihêz xuya bike jî, vexwendina welatên mîna Hindistan û Brezîlyayê îspat dike ku êdî welatên rojavayî bi tena serê xwe nikarin biryarên xwe li her alîyê cîhanê cîbicî bikin. Tevî biryarên hatin girtin, rîskên aborî û reqabeta teknolojîk a bi Çînê re wekî astengîyên sereke li pêşîya cîbicîkirina biryarên Evianeê  dimînin. Ji ber ku Çîn bi G7ê re hevkarîyê nake û wekî hêzeke serbixwe di asta cîhanê de xebatê dike.

Rêxistina G7 

G7 koma welatên herî dewlemend ên cîhanê ye ku ji 7 endaman pêk tê. Kom bi civînên wezîrên fînansê yên van heft welatan di 1973an de dest bi xebatê kir. Amerîka, Kanada, Japonya, Almanya, Fransa, Brîtanya û Îtalya endamên daîmî vê komê ne. Yekîtîya Ewrûpa tevî ku ne endame jî, di civînên G7ê de tê temsîlkirin.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.