SerupelNûçeLûtkeya ASEAN’ê li paytext Kazan a Tataristanê dest pê kir

Lûtkeya ASEAN’ê li paytext Kazan a Tataristanê dest pê kir

Lûtkeya bi boneya 35’emîn sala têkîliyên dîplomatîk tê lidarxistin, lîder û rayedarên payebilind ên welatên ASEAN’ê beşdar dibin. Kremlîn dibêje di lûtkeyê de wê li ser pêşeroja hevkariya stratejîk a Rûsya-ASEAN’ê rawestin.

Lûtkeya Yekîtiya Rûsya û Welatên Rojhilatê Asyayê (ASEAN) li paytext Kazan a Tataristanê dest pê kir.

Lûtkeya bi boneya 35’emîn sala têkîliyên dîplomatîk tê lidarxistin, lîder û rayedarên payebilind ên welatên ASEAN’ê beşdar dibin.

Serokê Rûsyayê Vladimir Pûtîn di çarçoveya lûtkeyê de, wê bi gelek lîderan re hevdîtinên rû bi rû pêk bîne.

Di lûtkeya li Kazanê de wê çar mijarên sereke yên wekî teknolojiya zanînê û aqilê çêkirî, bazirganiya navneteweyî, ewlekariya xurekan û lojîsîtîk, Hevkariya Aborî ya Avrasyayê ya li ser enerjî, binesazî û sanayiyê, nirxên ehlaqî yên kevneşopî û têkîliyên dewlet û olê bên nirxandin.

Kremlîn dibêje di lûtkeyê de wê li ser pêşeroja hevkariya stratejîk a Rûsya-ASEAN’ê rawestin. Lîderên beşdar wê di mijarên wekî diyaloga siyasî, bazirganî, razemenî, enerjî, çandinî, dijîtalbûn, zanyarî, perwerdehî turîzm û hevkariya çandinî de hedefên nû tayin bikin.

Di roja ewil de, bi beşdariya Wezîrê Aboriyê yê Rûsyayê Maksîm Reşetnikov, Serokwezîrê Malezayê Enwer Brahîm, Sekreterê Giştî yê ASEAN’ê Kao Kim Hourn û rayedarên payebilind ên hikûmeta Tataristanê, Foruma Kar a Rûsya-ASEAN’ê hat lidarxistin.

Wezîrê Aboriyê yê Rûsyayê Maksîm Reşetnikov dema axaftina xwe diyar kir ku Rûsya li pêyî qeyrana li Tengava Hurmuzê, tedarîka enerjiyê ya ji bo welatên ASEAN’ê di çarîka ewil a salê de, ji sedî 40 zêde kiriye.

Rayedarên Rûsyayê dibêjin civîna li Kazanê tenê ne ji bo têkîliyên Rusya-ASEAN’ê, herweha ji bo pergala cîhanê ya bi gelek seriyan jî gelekî girîng e û ji bo hevkariyên aborî pêk were wê girîngiya wê bê dîtin.