SerupelNûçeTrump di civîna G7ê de pragmatîk tevgerîya

Trump di civîna G7ê de pragmatîk tevgerîya

Donald Trump di lûtkeya G7 a li Evianê helwesteke nerm û pragmatîk nîşan da lêbelê di rûniştinên girtî de şêwaza xwe ya "patroniyê" derxist pêş. Wî peymaneke aştiyê bi Îranê re ragihand û girankirina ambargoyên dijî Rûsyayê qebûl kir.

Hebûna Trump a li lûtkeya G7ê û dîplomasîya wî ya di herdu rojên bernameyê de di serî de Fransa, dilê beşdaran xweş kir. Trump vê carê bi kesekî re nîqaş nekir, ji kesekî hêrs nebû heta roja dawîyê li Evianê ma. Tevlî vê sekna hîn bêtir maqûl jî Trump wekî berê piranîya eleqederîya medyayê kişand ser xwe.

Peymana DYA û Îranê

Donald Trump bi daxuyanîyeke balkêş a derbarê peymana bi Îranê re dest bi bernameyê kir. Wî di gava ewil de peymana aştiyê ya ji bo bidawîkirina şerê bi Îranê re ragihand. Lîderên G7 peymanê wekî pêngaveke baş a ji bo aramîya aborîya cîhanê nirxandin. Trump dîyar kir ku ev peymanji bo rê li ber “karestateke aborî ya cîhanî” bigire hatîye îmzekirin.

Guhertina polîtîkaya Ukraynayê

Ji mêjve ye lîderên ewrûpî yên wekî serokê Fransayê Emmanuel Macron û seroka Komîsyona Ewrûpayê Ursula von der Leyen, fikarên xwe yên li ser kêmkirina alîkarîya leşkerî yên DYAyê ya ji bo Ukraynayê û nêzîkbûna wê ya bi Rûsyayê re  îfade dikirin. Trump di roja dawî ya lûtkeyê de di vê meseleyê de xwe nerm kir tevlî lîderên G7 li ser girankirina ambargoyên li dijî Rûsyayê lihev kir.

Şêwazê rêberîyê: “Ez Patron im”

Lêbelê di rûniştinên girtî de, Trump careke din şêwaza xwe ya sîyasî derxist pêş. Wî bi henekan ji lîderên Ewrûpayê re got “Ez patron im” û rexne li sîyaseta Ewrûpayê ya li ser “koçberî û pîşesazîya enerjîyê” kir. Li alîyê din, di daxuyanîyên xwe de wî peyamên tund da Îranê û got ku eger Îran peymanê binpê bike wê rastî êrişa DYAyê were. Herwiha, wî bi daxuyanîya çapemenîyê ya bi lîderê Hindistanê Modî re jî got ku, eger Hindistan rastî êrişê were wê DYA di cî de biçe hawara welêt.

Pragmatîzma Trump a li Evianê

Ev dîplomasîya Trump a li Evianê nîşan dide ku ew di gava xwe ya duyem a serokatîyê de zêdetir pragmatîk tevdigere. Ew ji alîyekî ve bi biryarên yekalî wekî peymana Îranê xwe wekî parazvanê aborîya cîhanî nîşan dide û li alîyekî din jî ji bo berjewendîyên aborî yên DYAyê, li dijî Rûsyayê piştgirîyê dide daxwazên Ewrûpayê. Ew bi vê polîtîkaya xwe dixwaze buhayê petrolê kontrol bike.

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.