Li Kaledonyaya Nû ku yek ji mînakên herî dawî yên rêveberiya mêtîngerîyê ya li Okyanûsa Pasîfîkê ye, krîza siyasî û aborî berdewam dike. Serokê hikumetê Milakulo Tukumuli, ji bo derbaskirina aloziya civakî û darayî nexşerêyeke lezgîn a 6 mehan ragihand. Lê dîsa jî li giravê navenda hemû nîqaşan ew e ku helwesta Parîsê ya li beramberî mafê self-determînasyonê û statûya siyasî ya herêmê neguheriye.
Serokê Hikûmetê Tukumuli di daxuyaniya xwe de diyar kir ku armanca sereke çareserkirina aloziya budçeyê û kêmkirina birîna civakî ye. Tukumuli got: “Hewce ye em ji bo pirsgirêkên rojane yên gel çareseriyan bibînin. Pirsgirêka herî lezgîn rewşa darayî ye.”
Nexşerêya nû di heman demê de balê dikişîne ser krîza aborî ku piştî bûyerên şîdetê bêtir kûr bûye. Bi taybetî, rawestîna kargehên hilberîna nîkelê ku bingeha aboriya herêmê pêk tînin, bû sedema zêdebûna bêkarî û xizaniyê. Tukumuli got kuwelat xwedî dewlemendiyên xwezayî ye lê gel di nav xizaniyê de dijî û divê ev neheqî bê guherandin.
Lê belê çavdêrên siyasî yên herêmê û tevgera serxwebûnê gelê kanak dibêjin ku aloziya heyî ne tenê krîzek darayî ye. Pêşniyaza Parîsê ya ji bo guherandina qanûna hilbijartinê ku sala borî bû sedema serhildan û şerê navxweyî, astengiya li ber pêvajoya dekolonîzasyonê derxistibû holê. Hevdîtinên li ser statûya nû ku wê şûna “Peymana Noumeayê (1998)” bigire, ji ber helwesta Fransayê ya ku dixwaze hegemonyaya xwe biparêze, rawestiyabûn.
Dahat û hegemonyaya Parîsê
Nîqaşên li ser otonomîya fînansî rasterast bi hegemonyaya fînansî ya Fransayê ve girêdayî ne. Li gorî raporên IEOM û Cour des comptes ku rewşa darayî ya Kaledonyaya Nû nîşan didin, Hilberîna Navmalî ya Ne-Safî (HNN-GDP) ya herêmê nêzîkî 9 mîlyar euro ye.
Hikumeta Fransayê her sal nêzîkî 1.5 heta 2.7 mîlyar euro, ku ev rêje rasterast dike nêzîkî sedî 15 heta 30’yê hemû HNNyê, dişîne giravê. Ev transferên darayî bi piranî ji bo dabînkirina mûçeyên karmendên sivîl, piştgiriya perwerdehiyê û mesrefên saziyên leşkerî û polîs têne bikaranîn.
Lê belê piştî aloziyên dawî, Parîsê ji bo heyama 5 salan pakêteke nû ya ji nû ve avakirinê ku nirxê wê 2 mîlyar euro ye, ragihand. Ev piştgiriya darayî ne bêşert e; hikûmeta Fransayê pêkanîna vê pakêtê bi şertê çêkirina reformên aborî û siyasî yên li gorî daxwaza xwe ve girê daye.
Çavkanî
- RNZ û Outre-mer La 1ère (daxuyaniyên Tukumuli, Tebax 2026)
- IEOM û Cour des comptes (raportên aborî)
- Haute-Commissariat de Nouvelle-Calédonie (pakêta 2 milyar euro)



