Kovara wergera helbestê ya çarmehane LEWerger, hejmara xwe ya 13emîn weşand. Kovara ku ji sala 2022yan û vir ve weşana xwe berdewam dike û di navbera kurmancî, zazakî û soranî de piran ava dike, di vê hejmarê de balê dikişîne ser mijareke balkêş û kûr: “Erotîzm, laş, arezû û bêdengî di helbestê de”.
Sponsoriya vê hejmarê jî (wek hejmarên 11 û 12an) Faruk Muhsinoglu girtiye ser xwe û redaksiyonê spasiya xwe pêşkêşî wî kiriye.
Di pêşgotina vê hejmarê de tê destnîşankirin ku helbest di navbera gotin û negotinê de dijî û erotîzm ne tenê behsa cinsiyet yan kêfê ye, lê belê rewşek e ku mirov di nav de xwe û ya/yê din bi awayekî nû hest pê dike.
Di pêşgotinê de van gotinên kûr û balkêş balê dikişînin ser xwe:
“Di dîroka edebiyatê de, laş carinan hatiye veşartin, carinan hatiye pesindan û carinan jî hatiye terikandin! Lê helbest her gav li dijî vê veşartinê hebûye. Çimkî helbest dixwaze cih/tiştên ku hatine bêdengkirin ji nû ve bide deng; laş jî yek ji wan cîwarên herî kevin ên bêdengiyê ye… Belkî erotîzm jî ji vir dest pê dike: Ji wê kêliyê ku dest hîn negihîştiye, lê hest gihîştiye, ku peyv hîn nehatiye gotin, lê bêdengiyê her tişt gotiye.”
Wergerên ji cîhanê
Di hejmara 13an de helbestên helbestvanên navdar ên cîhanê ji zimanên wekî îngilîzî, erebî, almanî, îspanyolî, rûsî, fransî, farisî, ermenî, portekîzî, galîsyanî, bûlgarî û swêdî hatine wergerandin.
Hin helbestvanên berhemên wan hatine wergerandin ev in: Sara Teasdale, Langston Hughes, Seadi Yousif, Alejandra Pizarnik, Gottfried Benn, Ella Wheeler Wilcox, Louise Glück, Aimé Césaire, Mario Beneditti, Maram el Mesrî, Michael Ondaatje, Else Lasker-Schüler, E.E. Cummings, Paul Eluard, Audre Lorde, Clarice Lispector.



