SerupelCivakJi şoreşê ber bi otorîterîyê ve: Dîroka têkoşîn û guherîna Nîkaragûayê

Ji şoreşê ber bi otorîterîyê ve: Dîroka têkoşîn û guherîna Nîkaragûayê

Şoreşa Sandînîst ku di sala 1979an de li Nîkaraguayê bi dawîanîna dîktatoriya Somoza dest pê kir, bi reformên wekî reforma erd, perwerde û tenduristîyê di warê civakî de gavên giring avêtin. Di salên 1980î de rêveberiya şoreşger rastî êrişên leşkerî û dorpêça aborî ya DYAyê hat ku bû sedema kuştina deh hezaran sivîlan. Lîderê FSLNê Daniel Ortega ku di sala 2007an de careke din hat ser kar, bi taybetî piştî tepeserkirina protestoyên 2018an kontrola xwe ya li ser dewletê xurtir kir. Bi reformên destûrî yên sala 2025an re, Ortega û hevjîna wî bûn "Hevserok" û tevgereke ku ji bo azadiyê hatibû destpêkirin veguhastin desthilateke otorîter û malbatî.

Têkoşîna li dijî dîktatoriya malbata Somoza ku di dawiya salên 1950î de dest pê kiribû, di salên 1960î de bi avabûna Eniya Rizgariya Neteweyî ya Sandînîst (FSLN) ket qonaxeke nû. FSLN tevgereke heterojen bû; tevî ku ji fikrên marxîst û ji Şoreşa Kûba û Cezayîrê îlham digirt, bingeha xwe ya îdeolojîk dispart ramanên Augusto Cesar Sandino. Sandino rêberê gerîla bû ku di navbera salên 1927-1933an di şerê de li dijî dagirkeriya Amerîkayê de hatibû kuştin.

Tevî zext, binpêkirin û têkçûnên giran ên destpêkê jî, piştgiriya gel ji bo Şoreşê di salên 1970yî de li bajêr û gundan zêde bû. Di adara 1979an de, piştî kuştina rêveberê rojnameya La Prensa Pedro Joaquín Chamorro, sê aliyên Sandînîstan peymana yekitiyê îmze kirin. Bi banga “Êrişa Dawî” û greva giştî re, di 20ê tîrmeha 1979an de hêzên gerîla ketin paytext Managuayê û dawî li rêjîma Anastasio Somoza anîn.

Augusto Cesar Sandino

Reformên rêveberîya şoreşger  

Piştî serkeftinê, Meclîsa Jinûveavakirina Neteweyî hat damezrandin û desthilat kete destê FSLNyê. Rêveberiya şoreşger di demeke kurt de guherînên giring pêk anîn: reforma erdan hat kirin, xizmetên tenduristî û perwerdehiyê bûn belaş, mafên sendîkayan hatin garantîkirin û piştgiriya teknîkî û krediyê ji bo cotkarên biçûk û koperatîfan hat peyda kirin. Di heman demê de kargêriya av û elektrîkê hat neteweyîkirin û gavek giring ji bo wekheviya zayendî hat havêtin.

Lêbelê di salên 1980î de, di bin rêveberiya Serokê DYAyê Ronald Reagan de, zexteke mezin a leşkerî û aborî dest pê kir. Şerê bi piştgirîya Amerîkayê ku bi operasyonên paramîlîter, bombebarankirin û kemînan hat meşandin, bû sedema kuştina deh hezaran welatiyên sivîl û koçberiya ji herêmên aloz. Rêveberiya Sandînîst ev êriş wekî “şerê terorîstî” pênase kir. Her wiha dorpêç û blokaja aborî ya li ser welat, astengiyeke mezin li ber pêşketin û reformên şoreşgerî çêkir.

Ortega: Ji şoreşgerîyê ber bi otorîterîyê ve

Lîderê FSLNê Daniel Ortega ku di navbera salên 1985–1990î de serokatiya welêt kiribû, di hilbijartina 1990î de li hember Violeta Chamorro têk çû. Lêbelê Ortega  di 2007an de careke din hat hilbijartin û ji wê demê ve li ser kar ma.

Daniel Ortega di hilbjartina 1990î de/Foto: HOM96, CC BY-SA 4.0

Di sala 2018an de, dema ku li dijî rejîma Ortega protestoyên girseyî dest pê kirin, bersiva dewletê gelekî hişk bû û nêzîkî 300 kes hatin kuştin. Piştî vê pela serhildanê, Ortega kontrola xwe ya li ser saziyên dewletê xurtir kir û modela otorîter girantir kir. Di sala 2025an de Kongreya Nîkaragûayê reformeke destûrî pejirand ku li gorî vê, Daniel Ortega û hevjîna wî (Cîgira Serok Rosario Murillo) bûn “Hevserok” û maweyê serokatiyê ji 5 salan derket 6 salan. Bi vê gavê re, FSLN û desthilata Ortega ji daxwazên destpêkê yên Şoreşa Sandînîst dûr ketin û kontroleke hişk û malbatî liwelêt ava kirin.

 

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.