Hikumeta Îspanyayê plana xwe ya ji bo efûkirina koçberên kaçax temam kir.
Bi sedhezaran koçberên kaçax wê bikaribin ji efûyê sûd werbigirin.
Koçber piştî ku plan bibe biryar wê bikaribin ji bo mafê rûniştinê ya demkî serî li rêveberîyê bidin.
Koçberên dikevin nava çarçoveya vê planê kesên berîya serê sala 2026an hatine Îspanyayê ye.
Herwiha, koçberên serî li vî mafî didin, divê li Îspanyayê an welatekî din sûcekî nekiribin.
Bi dûv salekê re, wê carê penaxwaz wê bikaribin daxwaza mafê rûniştinê yê ji bo demeke dirêj bikin.
Hikumeta Pedro Sanchez a Îspanyayê ji ber giringîya koçberan a di mezinbûna aborîya welêt de planê diparêze.
Sebebeke din a vê planê ev e, koçber bikaribin bi fermî kar bikin û bacên xwe bidin.
Ev ê jî karên kaçax kêm bike û kapasîteya dewletê ya ji bo berhevkirina bacê zêde bike.
500 hezar koçberên kaçax
Nifûsa Îspanyayê 50 mîlyon e û hikumet dîyar dike, 500 hezar jî vê nifûsê koçberên kaçax in.
Hin çavkanî îdîa dikin nifûsa koçberên kaçax li derdora 840,000î ye.
7.2 milyonê nifûsa welêt ji bîyarnîyan pêk tê ku piranîya wan ji Amerîkaya Latîn û welatên li bakurê Afrîkayê ne.
Nûçe ji Infowelat hatîye girtin


