SerupelÇandBerhemek li dijî dagirkirina hiş: 'Gotinên Derûnkolerî' hat weşandin

Berhemek li dijî dagirkirina hiş: ‘Gotinên Derûnkolerî’ hat weşandin

Derûnnas û nivîskar Brahîmê Alûcî, bi e-pirtûka xwe ya nû ya bi navê “Gotinên Derûnkolerî” ku di nav Weşanxaneya Çandnameyê de derçû, berhemeke taybet bi kurdî pêşkêş kir. Pirtûk bi nêzîkayîyeke aforîzmayî balê dikişîne ser derûniya mirovê bindest, mekanîzmayên dagirkirina hiş û şîfaya ziman. Nivîskar Alûcî destnîşan dike ku ev berhem kiryareke berxwedanê ye ji bo ji nû ve avakirina "mala mirovî" yanî zimanê kurdî.

E-pirtûka nû ya derûnnas (psîkolog) û nivîskar Brahîmê Alûcî ya bi navê “Gotinên Derûnkolerî” ji alîyê Weşanxaneya Çandnameyê de hat weşandin. Ev berhema taybet ku ji sedan aforîzmayên li ser derûniya bindestan pêk tê, bi du beşên sereke hatîye sazkirin:

Beşa Yekemîn Aforîzmayên ku bi peyva “Ajoyên jiyanê” dest pê dikin û li gorî alfabeya kurdî hatine rêzkirin dihewîne. Di Beşa Duyemîn de jî ferhengokeke têgihên derûnkoleriyê yên wekî ego, îd û derhişîyê cî girtine. 

Nivîskar di berhemê de teorîyên derûnnasên navdar ên cîhanê yên wekî Freud, Lacan, Winnicott û Fanon digire dest û wan ji bo analîzkirina civak, ziman û trawmayên kurdan bi kar tîne.

 “Ne e-pirtûkeke akademîk a asayî ye.

Nivîskar Brahîmê Alûcî derbarê taybetî û armanca vê berhema xwe ya nû balê dikişîne ser rêbaza xwendina aforîzmayî dibêje ku ev ne e-pirtûkeke akademîk ya asayî ye. Alûcî nêzîkayîya xwe ya li ser berhemê bi van gotinan îfade kir:

“Ev -pirtûk ne e-pirtûkeke ku meriv ji destpêkê heta dawiyê, rêz bi rêz bixwîne. Ev e-pirtûk kombûneke gotinan e — gotinên ku her yek ji wan, weke kevirekî biçûk, di avê de dikeve û pêlan li dora xwe belav dike. Divê meriv wan gotinan hêdî hêdî bixwîne, li ser her yekê raweste, bihêle ku pêlên wê yên di hiş û derhişiya xwendevanan de belav bibin. Di navbera rêzikên vê pirtûkê de, tu yê Freud, Lacan, Winnicott û Fanon bibînî; lê tu yê dengê wan mirovên ku bi zimanekî din, li ser axeke din heman êş, tepisandin û heman xewna azadiyê jiyaye jî bibînî. Ev e-pirtûk hewl dide ku pirsên herî kevn ên mirovahiyê bi zimanê kurdî bipirse û bersivan jî bi wî zimanî bigere.”

“Ziman mala mirovî ye û nivîsandina bi kurdî kiryareke berxwedanê ye”

Nivîskar di berdewamîya gotinên xwe de teket kir ku bindestî tenê rewşeke siyasî nîne, di heman demê de dagirkirina hişî û trawmayeke bêdeng e. Brahîmê Alûcî derbarê têkiliya ziman û xwebûnê de ev nirxandin kir:

“Xwebûn (self) bi ziman tê avakirin û ziman ne amûrekî sar û bêderd e; ew mala mirov e. Loma jî nivîsandina van gotinan bi kurdî, bixwe kiryareke dixwaze wê malê ku dîrokê carinan hewl daye wêran bike, ji nû ve ava bike. Her gotina di vê e-pirtûkê de, hewldanek e ji bo vegerandina peyvan bo şûna wan a rast: şûna ku tê de derd dibe gotin, tepisandin dibe hişmendî û tenêbûna trawmayê dibe têkiliyeke şahid û şîfadar.”

Alûcî destnîşan kir ku aforîzma di dîroka fikrê de amûreke taybet e ji bo derbirîna ramanan û anî ziman ku ev gotin ne encamên dawîn, lê dergehên vekirî ne ji bo lêpirsîna li ser xwebûn û dîroka kurdan.

E-pirtûka “Gotinên Derûnkolerî” ji bo kesên ku dixwazin bi kûrayî li ser derûniya mirovê bindest û hişmendîyê bixwînin, li ser sepana înternetê peyda dibe.