SerupelAborîDYAyê baca gumrukê ya Kanadayê 50% zêde kir

DYAyê baca gumrukê ya Kanadayê 50% zêde kir

Rêveberiya DYAyê ragihand ku ew ê di nav 30 rojan de 50% tarîfeya gumrukê li ser gelek malên ji Kanadayê bisepîne. Washingtonê Kanadayê bi "muameleya cudakar" a li hember berhemên amerîkî tawanbar kir. Li hember vê biryarê, Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney diyar kir ku ev pêngav peymana bazirganiya azad CUSMAyê binpê dike, lê ew ji bo guftûgoyan amade ne.

Serokê DYAyê Donald Trump biryareke nû ya baca gumrugê ku dibe ku bibe sedema krîzeke mezin, ragihand. DYAyê biryar da ku li ser gelek berhemên ji Kanadayê tên 50% tarîfeya gumrukê bisepîne.

Qesra Spî diyar kir ku ev biryar wê di nav 30 rojan de bikeve merîyetê. Di nav berhemên ku dikevin çarçoveya vê biryarê şerab, darikên hokeyê û çîmento hene. Lêbelê, berhemên giring ên wekî enerjî, potas, masî û mîneralên krîtîk wê ne di nava tarîfeya dawî de bin.

Trump biryara xwe spart “Xala 338an a Qanûna Tarîfeyê ya 1930î.” Ev qanûn nêzîkî sed sal in nehatîye bikaranîn û pispor vê biryarê wekî “opsîyona nukleerî” ya şerê bazirganiyê bi nav dikin.

Qesra Spî di daxuyanîya xwe ya li ser mijarê de Kanadayê bi “muameleya cudakar” li hember berhemên amerîkî tawanbar kir. Li gorî daxuyaniyê, Kanada li ser otomobîlên DYAyê bac û kotayên zêde danîye û piranîya eyaletên Kanadayê belavkirina alkola amerîkî sînordar kirine.

Bersiva Kanadayê

Serokwezîrê Kanadayê Mark Carney diyar kir ku ev biryara DYAyê rasterast peymana bazirganiya azad a CUSMAyê binpê dike. Carney destnîşan kir ku ew amade ne ji bo nûjenkirina peymanê guftûgoyan kûr bikin. Ji hêla din ve, Serokê eyaleta Ontarîoyê  Doug Ford bertek nîşan da û got: Ez ê ji bo parastina Ontarioyê şer bikim. Eger ev tarîfe têkeve merîyetê divê Kanada bersivê bide.”

ALÎKARÎ BIKE

Bi alîkarîya we wê dengê me bilind bibe.
Ji bo alîkarî butona jêrîn bitikînin.