SerupelNûçeEwrûpeyê ji bo demokrasiya herêmî hişyarî da Tirkiyê

Ewrûpeyê ji bo demokrasiya herêmî hişyarî da Tirkiyê

Saziyên Ewrûpî, bi taybetî Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamgolu, ji bo binçavkirina şaredarên muxalif hişyariyeke hevpar a kêm tê dîtin dan Tirkiyê, dibêjin vê yekê demokrasiya herêmî qels dike û mafên hilbijêran binpê dike.

Rayedarên Ewrûpî yên ji saziyên curbecur ji bo fikarên li ser qelskirina demokrasiya herêmî hişyariyeke hevpar a ku kêm caran tê kirin dan Tirkiyê. Nameya ji Wezîrê Karên Navxweyî Mustafa Çiftçi re hatiye şandin, balê dikişîne ser girtina di bin çav a demdirêj a rayedarên hatine hilbijartin û bandora wê ya li ser rêveberiya demokratîk.

Hişyarî ji aliyê raportorê Parlemana Ewrûpayê Nacho Sánchez Amor ê ku wê wekî “gaveke bêhempa” pênase kir ve hat ragihandin. Nûnerên Parlemana Ewrûpayê,  Meclîsa Parlementeran a Konseya Ewrûpayê (PACE), Kongreya Rêveberiyên Herêmî û Komîteya Herêman a Ewrûpî jî di nava îmzekaran de cî girtin.

Fikarên derketin pêş zêdetirê li ser girtina Şaredarê Stenbolê Ekrem Îmamoglu, yê muxalifê serkêş ê ji Partiya Gel A Komarê (CHP), yê ji Adara 2025’an û vir ve tê girtin e. Girtina wî ya ji ber sedema ku piranî wekî armanca siyasî tê nirxandin û li seranserê welat bibû sedema protestoyan, tê rexnekirin.

Di nameyê de herweha zextên berfireh ên li pêyî hilbijartinên herêmî yên 2024’an ên ku CHP’yê destkeftiyên mezin bi dest xistibû tê destnîşankirin. Ji wê cergê ve ye bi dehan şaredarên muxalif li lêpirsîn, binçavkirin û ji wezîfeyê daxistinê ve rû bi rû man û hin şaredarî yan qeyûm avêtin ser an jî dewrî Partiya Edalet û Halxweşiyê (AKP) ya desthilat hatin kirin.

Rayedarên Ewrûyî weha hişyariyê didin ku qaîdeyên vî rengî dibin sedema rîska binpêkirina Peymana Mafên Mirovan A Ewrûpayê û qelskirina mafên hilbijêran. Tevî ku daxwaza diyalogê ya bi Anqereyê re careke din anîn ziman û ji bo standardên demokratîk bên parastin, raydar banga “pêşdeçûna berbiçav û domdar” dikin.

To read this article in English please click on this link