SerupelÇandE-kovara Kurdistanê hat weşandin

E-kovara Kurdistanê hat weşandin

E-kovara Kurdistanê di 2023an de dest bi weşanê kir û di destpêkê de mehane hat weşandin. Kurdistan niha ji 15 rojan carekê tê weşandin.

Kovara Kurdistanê gihişt hejmara xwe ya 45.

Di beşa Kurdistanê ya e-kovarê de hevpeyvîna bi zimanas û aktîvîstê kurdî Samî Tan re hatîye weşandin.

Reforma herêmê otonom Tîrola Başûr, mijara referandûma self-determînasyonê ya eyaleta Alberta ya Kanadayê, meşa ji bo zimanê galîsî û rewşa dawî ya zimanê amazîx. Li Marokê nûçeyên beşa cîhanê ne.

Konfederasyona Swîsreyê bi dosyeya Kantona Nidwaldenê di vê mijareke vê hejmarê ye.  Ji alîyê coxrafî, kurtedîrok, ziman-demografya, rewşa aborî û sîstema polîtîk ve danasîna kovarê kantonê tê kirin.

E-kovara Kurdistaê di 2023an de dest bi weşanê kir û di destpêkê de mehane hat weşandin. Kurdistan niha ji 15 rojan carekê tê weşandin.

Hemû nivîsên hejmara 45.

  • “Welatparêzî bi zimanê bîyanî nayê kirin”
  • Samî Tan: Kurd dê her û her doza mafê xwe bikin
  • Îtalya reforma statuya Tîrola Başûr qebûl kir
  • Alberta dikare ji Kanadayê veqete û bibe serbixwe?
  • Meşa mezin a ji bo zimanê galîsî
  • Bikaranîna amazîxî li Marokê kêm dibe
  • Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Nidwaldenê