Kovara Kurdistanê hejmara xwe ya 48.weşand. Meseleyên bi serwerîya neteweyî parastina zimanre eleqeder bi dosye û nûçeyên ji cîhanê di hejmarê de ne.
Hevpeyvîna bi kordînatorê Weqfa Mezopotamyayê Mikaîl Bilbil re di beşa Kurdistanê de cî girtî ye. Mijara hevpeyvînê Ferhenga Rastnivîsînê û meseleya standardirina kurmancî ye.
Danasîna Konfederasyona Swîsreyê di vê hejmara 48. de bi dosyeya Kantona Uriyê berdewam dike. Coxrafya, dîrok, ziman, demografya, aborî û sîstema polîtîk Uriyê mijarên vê dosyeyê ne.
E-kovara Kurdistanê di 2023an û heta niha weşana xwe didomîne. Kurdistan ji 15 rojan carekê tê weşandin.
Hemû nivîsên hejmara 48.
- Ferhenga Rastnivîsînê qonaxeke giring a standardkirina kurmancî
- Zimanê di bin axê de mabê niha zindî dibe
- Konfederasyona Kanadayê di 1867an de hat damezrandin
- Hong Kong: Çîroka otonomîyekê ku bi demê re lawaz bû
- 53 salîya rizgarîyê: Bahama serxwebûna xwe pîroz dike
- Flaman roja xwe ya neteweyî pîroz dikin
- Konfederasyona Swîsreyê: Kantona Uriyê


