SerupelNûçeBayhan: Tirkiye welatekî pirneteweyî ye, kurd neteweyeke cuda ne

Bayhan: Tirkiye welatekî pirneteweyî ye, kurd neteweyeke cuda ne

Cîgirê Serokê Giştî yê EMEPê û Wekîlê Stenbolê Îskender Bayhan di civîna Komîsyona Edaletê de bal kişand ser pênaseya zanistî ya neteweyê û diyarkir ku çareseriya rastîn tenê bi naskirina mafên neteweyî yên kurdan mimkûn e.

Cîgirê Serokê Giştî yê Partiya Kedê (EMEP) û Wekîlê Stenbolê Îskender Bayhan, di civîna Komîsyona Edaletê ya Parlamentoya Tirkîyeyê de ku li ser qanûna çarçoveyê hate lidarxistin, axaftinek kir. Bayhan di axaftina xwe de destnîşan kir ku divê nêzîkatiya li pêşniyaza qanûnê û li xebatên komîsyonê li ser bingeha berjewendiyên karkeran, kedkar û girseyên gel ên bindest be. Bayhan da zanîn ku bêyî ku desthilatdar û nûnerên dewletê xwerexneya xwe bikin, pêşketinek rastîn çênabe.

“Kurd neteweyeke cuda ne û divê mafên wan ên neteweyî werin naskirin”

Bayhan di beşek mezin a axaftina xwe de li ser pênaseya zanistî ya termên “netewe” û “mafên neteweyî” rawestîya û diyar kir ku têgîna neteweyê dîrokeke nêzîkî dused û pêncî salî heye û famkirina wê hêsan e. Bayhan got ku netewe ji aliyê zanistî û dîrokî ve, ew civaka gel e ku xwediyê zimanekî hevpar, ax, aborî, jiyan û yekitîya çandî ye. Bayhan bal kişand ser statûya kurdan û axaftina xwe wisa domand:

“Ev hemû rastî tînin bîra me ku kurd û gelê kurd neteweyeke cuda ye. Hûn qebûl bikin an nekin, di aliyê zanistî de ev rastiyek e. Redkirina vê rastiyê di bingeha xwe de binpêkirina mafên neteweyî ye. Ji ber wê yekê divê gavên ku tên avêtin ne wek pirsgirêka ewlehiyê an terorê, lê wek pirsgirêka wekhevîya mafên neteweyî werin dîtin. Tirkiye welatekî pirneteweyî ye; turk neteweya piranî û serdest e, kurd jî neteweya bindest û kêmar e. Heta ku em vê rewşê neguherînin, em nikarin ber bi pêş ve biçin.”

“Em piştgiriyê didin protokola çekberdanê lê şêwaz bi fikar e”

Bayhan di nirxandina xwe ya li ser pêşnîyaza qanûna çarçoveyê de destnîşan kir ku metna heyî di bingeha xwe de lihevkirina ji bo çekberdanê ye. Bayhan diyar kir ku tevî hemû rexne, hişyariyên wan û kêmasîyên qanûnê jî, ew ê li dijî ev lihevkirin û protokola di navbera alîyan de helwest nîşan nedin û dengê ‘na’ nedin.

Lêbelê Bayhan rexne li çareserîyên herêmî û astengiyên qanûnî girt û got ku nehiştina siyasetkirinê, nepêkanîna biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ji bo girtiyên siyasî yên wek Selahattin Demirtaş û Figen Yüksekdağ û berdewamiya qanûnên heyî baweriyê kêm dike. Bayhan got qanûnek giştî ya înfazê ya ji du xalan pêk tê hemû girtiyên siyasî bigire nava xwe (ji bilî sûcên dijî mirovahiyê, jin û zarokan) wê ji gelên turk û kurd ve piştgiriyeke gelekî mezin bistîne.

“Lijneya şopandinê divê ji nûnerên navxweyî pêk bê”

Li ser nîqaşên “çavê sêyemîn” anku lijneyên şopandinê jî Bayhan da zanîn ku dema behsa şopandinê tê kirin ne ku divê hêzên biyanî an dewletên emperyalîst werin bîra mirov; berovajî wê divê heyetek serbixwe ji rêxistinên kedê, sendîka, rêxistinên pîşeyî û parlamentoyê were avakirin. Bayhan di dawiya axaftina xwe de hêvî kir ku ev pêvajo ne ji bo hesabên siyasî û pevçûnên desthilatdariyê, lê ji bo jiyana wekhev a neteweyên turk û kurd bibe wesîle.