Welatîyên Bangladeşê piştî serhildana 2024an cara ewil îro çûn ser sindoqan.
127 milyon hilbêjêrên li welêt wê ji bo avakirina parlamentoya ku ji 300 wekîlan pêk tê, dengên xwe dan.
50 ji van wekîlan wê jin bin û wê ji lîsteyên partîyan bên hilbijartin.
Herçiqas alozîya par bi dawî bibe jî li welêt dijberîya di navbera hêzên polîtîk de bi kampanyaya hilbijartinê de careke din kûr bû.
Bi taybetî, partîya bi navê Cemaeta Îslamî ji bo were ser kar, kampanyayeke êrişkar dimeşîne.
Di pevçûnên rojên dawî de 5 kes hatin kuştin û 600 kes birîndar bûn. 300,000 leşker û polîs ji bo ewlehîya sindoqan li çaralîyê welêt hatin peywirdarkirin.
Herçi Partîya Netewperest a Bangladeşê (BNP) ye, hêza herî mezin a welêt e û dixwaze di vê hilbijartinê de careke din were kar.
Tê payîn, Tariq Rahmanê ji vê partîyê piştî hilbijartinan bibe serokwezîrê welêt.
Bangladeş ji alîyê destûra bingehîn ve welatekî laîk e û destûr nayê dayîn îslama polîtîk di nava dewletê de serdest bibe.
Muhammed Yunus ku xelatgirê Xelata Aştîyê ya Nobelê ye ji 2024an û vir ce bi rengekî demkî welêt bi rê ve dibe.
Serhildana 2024an
Protestoyên li Bangladeşê du tîrmeha 2024an de bi armanca reforma kotayê dest pê kiribû.
Xwendekar pêşengîya çalakîyan kiribûn ku ji bo betalkirina pergala kotaya karên dewletê hatibûn lidarxistin.
Bi vê pergalê, ji % 30 yê hemû karên dewletê ji bo xizmên endamên artêşê ku tevlî şerê serxwebûnê bûbûn, dihat veqetandin.
Protesto veguherîbû raperînekê û navê Şoreşa Tîrmehê lê hatibû kirin.

Hikumet sîstema kotayê betal kiribû paşê Dadgeha Bilind a Bangladeşê biryar dabû kotayê ji % 30yî daxe ji % 5an.
Bi heman biryarê, ji % 2yê karên dewletê ji komên kêmar re hatibûn veqetandin.
Tevlî vê jî, serhildan berdewam kiribû û serokwezîra welêt Şêx Hesîna neçar mabû bireve Hindistanê.
Foto: Tevgera reformê ya Bangladeşê/Rayhan9d, CC BY-SA 4.0


