Li pêyî peymana di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û Hikûmeta Demkî ya Sûriyê ya di 29’ê Çileyê de hatibû îmzekirin, hewildanên siyasî dewam dikin.
Tevî ku muzakereyên li ser entegrasyona Kurdan a li Sûriyê dewam dikin, ji bo karibin destkeftiyên xwe yên bi berdêlên giran bi dest xistine biparêzin, aliyên Kurdan hewildanên xwe berfireh dikin.
Li gorî agahiyên ku ajansa ANHA’yê ji çavkaniyan bi dest xistine, şandeya Kurd a di encama “Konferansa Yekrêzi û Yekhelwesta Kurdî li Rojavayê Kurdistanê” ya di 26’ê Nîsanê de li bajarê Qamişloyê hatibû lidarxistin der hatibû wê di rojên pêş de biçe serdana Şamê.
Her çiqasî biryar hatiye dayîn jî, serdan çi wextê wê pêk were ne diyar e, bes tê gotin ku di demeke gelekî nêz de şande wê serdanê pêk bîne.
Çavkaniyên babetê dibêjin şande bi hikûmeta demkî ya Şamê re, li ser mijarên wekî parastin û ewlehiya mafan, demokratîkbûna Sûriyê û azadiyên sivîl ên wê di Qanûna Bingehîn de cî bigirin, hevdîtinan pêk bîne.

